Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Rojavayê Kurdistanê biryar da ku hilbijartinên şaredariyan 30ê Gulanê bên kirin.
Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Rojavayê Kurdistanê doh li bajarê Reqayê yekem civîna xwe li dar xist.
Li gorî agahiyan, di civînê de mekanîzmaya komîsyonê hat nîqaşkirin û dema destpêkirina hilbijartinan hat diyarkirin.
Di civînê de komîsyonê 3 ofîs damezrandin û ji bo her ofîsekê hevserok hatin hilbijartin.
Komîsyona Bilinda Rêveberiya Xweser piştî civînê konferanseke rojnemegeriyê li dar xist û roja hilbijartinên şaredariyan diyar kir.
Komisyonê biryar da ku hilbijartinên şaredariyan 30ê Gulana 2024an bên kirin.
Herwiha komîsyonê ji welatiyan xwest ji bo pêkanîna adalet û demokrasiyê beşdarî pêvajoya hilbijartinê bibin û dengê xwe bidin.