Roja Zimanê Dayîkê ya Navneteweyî, her sal di 21ê Sibatê de ji aliyê UNESCOyê ve tê pîrozkirin. Ev roj, li seranserê cîhanê ji bo teşwîqkirina pirrengiya zimanan û parastina zimanên dayîkê hatiye avakirin. Pirrengiya zimanan wek beşek ji dewlemendiya çandî û nasnameya civakan tê dîtin û ji bo parastina mîrateya çandî bangek e. Di vê çarçoveyê de, UNESCO hewl dide ku bala civaka navneteweyî bikişîne ser rewşa zimanên di bin xetereyê de ne û girîngiya parastina wan nîşan bide.
Li seranserê cîhanê, gelek ziman ji ber polîtîkayên asîmîlasyonê di bin tehdîdê de ne. Zimanê dayîkê bo nasname û mîrateya çandî ya mirovan girîng e, ji ber ku ew yekem ziman e ku mirov fêr dibe û şêwaza fikr û fikar û dîtina cîhanê ya mirovan bi vî zimanî tê avakirin. Girîngiya zimanê dayîkê di şiyana xweîfadekirinê, têgihîştin û danûstandinê de xwe dide der. Herwiha, ziman dikare wek pira di navbera nifşan de bê dîtin û rol û erkeke girîng di veguhestina çand û kevneşopiyên civakê de dilîze.
Lêkolînên zimannasan destnîşan dikin ku bikaranîna zimanê dayîkê di perwerdehiyê de bandoreke erênî li ser pêşketina akademîk û hişmendiya xwendekaran dike. Jim Cummins û Stephen Krashen, di lêkolînên xwe de dibînin ku dema zarok bi zimanê xwe yê dayîkê perwerde dibînin, ew dikarin têgihiştina xwe ya akademîk baştir pêş bixin û şiyana fikr û fikara rexneyî xurttir bikin. Ev yek ji ber wê ye ku zarok, di fêrbûna têgeh û ramanên nû de, bingeha xwe ya ziman û çandî bi kar tînin û dikarin xwe hêsantir îfade bikin. Lêkolîn nîşan didin ku zarokên ku di temenê biçûk de bi zimanê xwe yê dayîkê perwerde dibînin, di warê fêrbûna zimanên din de jî serkeftîtir in.
Di dîrokê de, zimanê kurdî rastî gelek zext û astengiyên siyasî û civakî-çandî hatiye. Van zextan bikaranîna zimanê kurdî di qadên giştî û taybet de sînordar kiriye û pêşketina wî asteng kiriye. Bi taybetî, qedexeyên li ser bikaranîna kurdî di perwerdehiyê de, fêrbûn û fêrkirina vî zimanî dijwar kiriye. Di warê medya û weşanê de jî, astengiyên li ser kurdî balê dikişînin. Dezgehên medyayê yên ku bi kurdî weşanê dikin, gelek caran rastî astengiyên qanûnî tên û azadiya wan a weşanê tê sînordarkirin. Ev rewş bandoreke neyînî li ser pêşketina çandî û edebî ya zimanê kurdî dike û dibe sedema kêmbûna berhem û çalakiyên bi kurdî.
Ji bo kêmkirina zextên li ser zimanê kurdî û piştgiriya pêşketina wî, naskirina kurdî wek zimanê dayîkê di pergala perwerdehiyê de û pêşkêşkirina derfetên perwerdehiya bi vî zimanî pir girîng e. Di warê medyayê de, teşwîqkirina weşanên bi kurdî û rakirina astengiyên qanûnî yên li pêşiya van weşanan dê ziman bi pêş bixe. Di saziyên fermî û xizmetên giştî de bikaranîna kurdî dikare qebûlkirina civakî ya zimanî zêde bike. Ev gav dê rê li ber belavbûn û bikaranîna firehtir a zimanê kurdî vekin û di heman demê de dê bibin alîkar ji bo parastina nasnameya çandî ya kurdan.
Herwiha, ji bo piştgiriya berhemên çandî û edebî yên bi kurdî, divê fon û projeyên curbicur bên pêşxistin. Ji bo parastina mafên zimanî û teşwîqkirina pirrengiya zimanî, pêwîst e ku hevkariyên neteweyî û navneteweyî bên avakirin. Ev tedbîr bi awayekî sîstematîk û domdar divê bên birêvebirin. Bi vî awayî, hem zextên li ser kurdî dikarin bên kêmkirin, hem jî mayîndeya zimanî dikare bê misogerkirin. Di vê çarçoveyê de, rola saziyên sivîl ên ku ji bo parastina zimanê kurdî dixebitin girîng e û divê piştgiriya van saziyan bê kirin.
Nasîn û parastina mafên zimanî ne tenê ji bo ziman, di heman demê de di dabînkirina aştî û hevahengiya civakî de jî xwedî roleke girîng e. Parastin û piştgiriya zimanê dayîkê yek ji hêmanên bingehîn ên pirrengiya çandî û mafên mirovan e. Ji ber vê yekê, pêwîst e ku li ser zimanên dayîkê hişyarî bê zêdekirin û siyasetên berbiçav bên pêşxistin. Ev yek ji bo pêşeroja zimanan û civakan girîngiyeke mezin dihewîne.
Di encamê de, parastina zimanê dayîkê wek mafekî bingehîn ê mirovî tê dîtin û divê hemû ziman di bin parastina qanûnî de bin. Divê her kes karibin bi zimanê xwe yê dayîkê perwerde bibîne, berhemên çandî û hunerî biafirîne û di jiyana xwe ya rojane de bi kar bîne. Ev yek dê bibe garantiya dewlemendiya çandî ya cîhanê û mayîndeya zimanan.