‘Rojava’ bû ‘Bakurê Sûrîye’

Navê Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê hatiye guhertin û bûye Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê.

Bi beşdarîya 165 endmên desteya Rêxistinî ya Encûmena Damezrêner a Sîstema Federaliya Demokrat a Rojava-Bakurê Sûriyê, encûmen li Rimêlan duh sêşemiyê 27ê Kanûna 2016ê dest bi civînê kirîye da ku reşnivîsa hevpeymaniya civakî bipejirîne.

Li gor ANHAyê; Navê Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê hatiye guhertin û 'Rojava' jê derxistine û bûye Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê.

Rojhilta Navîn Haberleri

Gera yekem a hevdîtinên Amerîka û Îranê bî dawî bû
Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî bi telefonê axivîn: Naverok eşkere bû!
Fransayê kuştina Elewîyên Sûriyê şermezar kir û banga lêkolîneke bêalî kir
Îsraîl: Colanî maskeyê xwe avet, terorîstekî Qaîdeyê ye
SOHR: Di şerê navbera Şamê û Lazkiyê de 311 kes hatin kuştin, belkî jî 524 kes