Rojava | Daxuyaniya nû ya derbarê HSDê ji CENTCOMê!

.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) der barê dewriyeyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û operasyona muhtemel a Tirkiyeyê ya li Sûriye û Rojava de daxuyaniyek da.

CENTCOMê der barê dewriyeyên hevpar ên bi HSDyê re ragihand, "Ji ber êrîşên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê me dewriyeyên xwe yên hevpar ên bi HSDyê ra rawestand, niha me dîsa dest pê kir."

Berdevkê CENTCOMê Joe Buccino bal kişand ser jinûve destpêkirina dewriyeyên ku li Rojava hatine rawestandin û got, "Me dewriyeyên xwe yên bi HSDê re bi temamî ji nû ve destpê kir" û destnîşan kir, tevgera leşkerî ya Tirkiyeyê li Sûriye û Rojava, têkoşîna li dijî DAIŞê dixe metirsiyê.

Herwiha Berdevkê CENTCOMê ragihand, "Wekî ku general Kurilla got, DAIŞ metirsiyeke herêmê ye û her tevgereke leşkerî ya Tirkiyê, armanca wê ya têkbirina DAIŞê dixe metirsiyê."

Ji aliyeke din ve Buccino eşkere kir, ew bi hemahengiya hêzên Pêşmerge û artêşa Îraqê li ser wan metirsiyên ewlekarî yên li hember Herêma Kurdistanê û Iraqê kar dikin.

Kurdistan Haberleri

PKK: Me kongreya xwe ya 12emîn bi serkeftî li dar xist
SOHR: Ji dema ketina Esed ve 5514 sivîl hatine kuştin
Bijîşkekî Kurd ji bo penceşêra malzarokê dermanek dît
Îraq meaş dide 2300 jinên Kurd ên Êzidî
Amerîkayê li ser kujerê Hevrîn Xelefê daxuyanî da