ROJAVA-Di êrişa Tirkiyeyê de 7 sivîlan canê xwe ji dest da

.

 Komîteya Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nasnameya 7 welatiyên sivîl ên di êrişên Tirkiyeyê de canê xwe ji dest dane eşkere kirin.

Balafirên şer ên Artêşa Tirkiyeyê 2 roj in jêrxaneyên Qamişlo û Kobaniyê yên Rojavayê Kurdistanê bombebaran dikin.

Li gorî agahiyan di encama êrişan de li Kantona Qamişloyê 7 welatiyên sivîl canê xwe ji dest da.

Komîteya Şehîda a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nasnameya welatiyên ku canê xwe ji dest dane eşkere kirin.

Li gorî daxuyaniyê, li çapxaneya Sîmavê Ferhat Xelef, Bêrîvan Mihemed, Hisên Ehmed û Riyad Hemo canê xwe ji dest da.

Li kargeha ku li taxa Eleyayê ya Qamişloyê, Ferhan Tem canê xwe ji dest da.

Di encama bombebarankirina aşxaneya gundê Um El Fursanê ya Qamişloyê de Aysa Sebawiyê canê xwe ji dest da.

HSD: Hêzên me li wir nebûn

Derbarê êrîşan de Navenda Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) daxuyaniyek weşand û diyar kir ku di êrişan de ti tiştek bi hêzên wan nehatiye û cihên hatine hedefgirtin hêzên wan lê nîn in û yê rasterast hatiye hedefgirtin gelê herêmê ye.

Rêvebirê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamiyî jî destnîşan kir ku “Dewleta Tirk dixwaze serkeftinên nerast li ser hesabê tirsandina sivîlan li herêmê bi dest bixe û aloziya xwe ya hundirîn derxe derve.”

Şamiyî got ku ew ê li dijî van êrîşan bêbersiv nemine.

Kurdistan Haberleri

Edebiyat û reşbînî
Ji bo Hevşaredara Dêrsimê biryara desteserkirinê hat dayîn
Ciwanekî Kurd ê Êzidî ji destê DAIŞê hat rizgarkirin
AK Partî: Di destûra nû de mafê zimanê dayikê û efûya giştî tune ye
'Hewlêr û Bexdayê li hev kirine, hinardeya petrolê di nêz de dest pê dike'