Piştî ku Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kuridstanê biryar da, ku bi awayekê fermî rê bide partiyên bêruxset jî daku ofîsên xwe li seranserê herêmên di bin kontrola wê de vekin, ew partî ketin nav hewldanan û dest bi vekirina ofîsên xwe kirin.
Lê belê tevî ku Rêveberiya Xweser biryar daye, ku hemû partiyên bêrxuset ofîsên xwe vekin, Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (PYK-S) duh bi daxuyaniyekê ragihand, ku rê bi wan nehatiye dan, ku ew ofîsên xwe vekin.
Li ser vê yekê, Hevserokê Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser li Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê, Kenan Berekat ragihand, ku wan rênimayî ji navendên Asayişê re şandiye ku divê tevahiya ofîsên girtî yên partiyên siyasî bê asteng bêne vekirin.
Di daxuyaniyekê de, Kenan Berekat bersiva wê yekê da, ku çawa rê li ber vekirina ofîseke Partiya Yekîtî li Qamişlo hatiye girtin û got; “ji aliyê Rêveberiya Xweser ve ti pirsgirêk nemaye û biryar zelal e, ku ev ofîs bi awayekî fermî bêne vekirin.”
Kenan Berekat got: “Dibe ku hin pirsgirêkên girêdayê Eqaran hebin û bi rêya saziyên fermî ew pirsgirêk têne çareserkirin.”