Rojava | Erk û deshilatên ‘Lêvegera Bilind a Kurd’ hatin eşkere kirin

Rojava | Erk û deshilatên ‘Lêvegera Bilind a Kurd’ hatin eşkere kirin

 Piştî ku ENKS û PYNKê li du hevdîtin û danûstandinên domdar qonaxa duyem bi ragihandina ‘Lêvegera Bilind a Kurdî’ bidawî kirin, erk û karê wê desteya ku sedî 40 ENKS û sedî 40 jî ji PYNKê pêk tê hatin eşkere kirin.

Li gorî ragihandina Berdevka PYDê û endama şanda danûstandinan Sema Bekdaş erk û deshilatên Lêvegera Bilind wiha ne:

1- Nûnertiya Kurdên Sûriyê di platformên Niştimanî û Navdewletî de

2- Danîna stratejiyeyekê bo gelê Kurd li Sûriyê

3- Biryardana derbarê rewşên girêdayî Kurdên Sûriyê de

4- Şopandina rewşa herêmên Kurdî yên di destê Tirkiye û komên çekdar de

5- Hewldana bo vegera guncav a xelkê van herêmên ku niha di bin destê wan komên çekdar de ne

6- Tu desthilata lêvegerê derbarê pêkhateyên din ên ne Kurd de tune ye, ji ber ku li herêmê ji bilî Kurdan pêkhateyên din jî hene.

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne