Rojava | Hêza Fransî ziyanên êrîşên Tirkiyê belge kir

.

Hate ragihandin ku hêzeke Fransî li bakurê Reqayê ku di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê de ye, dewriye kir.

Hate zanîn ku dewriyeyeke Fransî ya girêdayî Hevpeymaniya Navdewletî bi hevkariya Meclîsa Girê Spî ya leşkerî ya HSDê dewriyeyek li ser gundewarên Reqayê yên Hoşan û El Xalidiyê pêk anî û ziyanên êrîşên artêşa Tirkiyê li wan deveran belge kir. 

Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR) eşkere kir, dewriyeke hevbeş a hêzên Fransî ya girêdayî Hevpeymaniya Navdewletî û Meclîsa Girê Spî ya leşkerî li gundewarên bakurê Reqayê serdana malên sivîlan kirin û ziyanên ku bombebarana dewleta Tirkiyê li dû xwe hiştibû belge kirin.  

Hêjayî gotinê ye, ev dewriyeya Fransî piştî êrîşên balafirên Tirkiyê yên 2yê Cotmehê pêk hat ku bi dehan navendên xizmet û binesaziyê yên Rojavayê Kurdistanê hatibûn bombe kirin.

Kurdistan Haberleri

Netanyahu: Ez dê destûrê nedim ku Îran çekên nukleerî bi dest bixe
Rûsya û Ukraynayê dîl bi hev guhertin
Ehmed Şer bi endamekî Kongreya Amerîkayê re civiya
Bafil Talebanî: Balafir û dronên Tirkiyê nahêlin PKK kongreya xwe fesihkirinê li dar bixe
Baroya Diyarbekirê giliyê HTŞê li Dadgeha Cezayê û NY kir