Çekdarên Sûrî yên girêdayî Tirkiyê li gundekî bajarokê Til Temir yê Rojavayê Kurdistanê 200 ser pez dizîn û şivan jî revandin.
Îro danê sibê komek çekdarên Sûrî yên girêdayî Tirkiyê li gundê Gerebêt yê Til Temêr keriyek pez dizîn û şivan jî ku xortekî 16 salî bû, revandin.
Li gorî agahiyan, wan çekdaran li şivan dan û paşê ew berdan lê pezên wî dizîn û birin.