Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê ragihand ku, di encama êrîşên Tirkiyê de, ji adara 2018ê ve, li ser herêmên Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Sipî û Til Rifatê, 51 zarokan canê xwe ji dest dane, her wiha 102 zarok jî birîndar bûne.
Ji Kobanî, Serokê Rêxistina DAD Biradost ElKemalî ji Rûdawê re dibêje Tirkiyê xelkê dikuje û divê civaka navdewletî van navçeyan biparêze.
Êrîşên Tirkiyê bi topxane û dronan bo ser Rojavayê Kurdistanê û bakur û rojhilatê Sûriyê bi sedan qurbanî li pey xwe hiştin. Rêxistin û saziyên mafên Mirov dibêjin, di nav qurbaniyan de hejmareke mezin jin û zarok hene.
Di nûtirîn raporta xwe de, Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê ragihandiye ku, di encama êrîşên Tirkiyê de, ji adara 2018an ve qurbaniyên topbarana Tirkiyê li Efrînê 19 zarokan canê xwe ji dest dane û 35 zarok birîndar bûne, li Serê Kaniyê û Girê Spî, 25 zarokan canê xwe ji dest dane û 45 zarok birîndar bûne. Li Til Rifetê, 7 zarokan canê xwe ji dest dane û 22 zarok birîndar bûne.
Ji Kobanî, Serokê Rêxistina DAD Biradost el-Kemalî ji Rûdawê re dibêje Tirkiyê operasyonên kuştina deryasayî encam dide û divê civaka navdewletî bi berpirsiyariya xwe rabe.
Serokê Rêxistina DAD Biradost el-Kemalî anî ziman, “Operasyon deryasayî ne, dixwazin xelkê bitirsînin ku xelk ji herêmê derkeve. Dixwazin demografiya herêmê Kurdî biguherin û em wek rêxistineke mafên mirovan a Kurdî dixwazin civaka nevdewletî hêzên xwe derbasî herêmê bikin ku ewlehiya xelkê sivîl biparêzin.”
Rêxistin û saziyên mafên mirovan û belgekirina binpêkirinan teqez dikin ku êrîşên Tirkiyê zerer û ziyanên mezin ên giyanî û maddî digihînin sivîlên navçeyên armancgirtî. Lê berpirsên Tirkiyê, bi behaneya parastinaewlehiya xwe ya niştimanî de, her car dubare dikin ku ew êrîş dê berdewam bin.