Rojhilat - Bazirganekî kurd hat kuştin, 2 koblberên kurd jî birîndar bûn

.

Bazirganekî kurd yê xelkê bajarê Seqiz yê Rojhilatê Kurdistanê, li bajarê Sebzevar yê Îranê hat kuştin. Du kolber jî li Serdeşt û Bane birîndar bûn.

Malpera mafên mirov ya Hengawê ragihandiye, duhî (30 Mijdarê) hêzên parastina sînor yên Îranê li devera sînorî ya Nokan ya bajarê Serdeştê komek kolber dan ber guleyan.

Li gorî agahiyan, ji ber wê gulebaranê kolberekî kurd bi navê Şîrwan Molanpenah giran birîndar bû. Şîrwan birin yek ji nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê.

Duhî her wiha li deverên sînorî yên bajarokê Bane, kolberekî kurd ji bo ku ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve neyê girtin, xwe di çiyayekî bilind de avêt û giran birîndar bû.

Roja 27 Mijdara îsal jî, bazirganekî kurd yê xelkê Seqizê bi navê Siyamek Kerîmî (30 salî) li ser rêka bajarokê Fûmen û bajarê Sebzevar li parêzgeha Xurasan ya Îranê bi hêceta ku barê qaçax pê re heye, ji aliyê hêzên polîsên Îranê ve û di nav otomobîla xwe de hat kuştin. Lê tê gotin ku otomobîla wî vala bûye û ti barek jî pê re nebûye.

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala Şanoyê ya Amedê: Ji çar aliyên Kurdistanê şanoger beşdar in
Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye