Di jiyana civakî de rojname roleke berbiçav digire ser xwe. Bi saya rojnameyan civak ji bo hişmendî û feraseteke hevbeş tê perwerdekirin. Em bi rojnameyê di derheq gellek bûyer û qewimînan de dibin xwedî agahî. Ev agahdarî dike ku em bibine aliyekî ya van bûyeran. Em dibin xwedî helwest û seknekê.
Li Ewropayê bi keşifkirina metbaayê qonaxa ronesansê hat destpêkirin. Pêşketina zanistê û civaknasiyê bi saya pirtûkan pêk hat. Piştî şoreşa Fransayê (1789) bandor û tesîra rojnameyê hat dîtin.
Lew bo prosesa dahatûyekê rojname gel perwerde dike û xewn û xeyala dahatuyê di hiş û mejiyê wan de bi cih dike. Nexwe em dikarin bibêjin ku dîroka rojnameyê dîroka mirovahiyê ye.
Bi saya rojnameyan edebiyat jî bi pêş ket. Çîrok, helbest, roman û di warê hunerên din de jî pêşketinek pêk hat.
Ji ber van taybetiyên xwe rojname û dîroka rojnamegeriya kurdî di dîroka kurdî de xwedî ciheke pîroz û taybet e. Lew,ew digel agahdarî, propoganda, parastin…Her wiha dezgeya herî xurt ya tomarkirina jiyan û kultura civaka me ye jî. Em îro bi saya rojnameyên kurdî zanin beriya sed û bîst salan kurdan çi kirine, çawa xwe bi rêxistin kirine, çi dihizirîn, çawa tevdigeriyan hwd.
Rojnameya ewil ya kurdî di 22 yê Nîsana sala 1898 de li Qahîrê bi destê Miqdad Mîdhat Bedirxan tê weşandin.(31 hejmar)
Bi rêzê dîroka weşandina rojnameyên kurdan;
Şark ve Kurdistan-1908 Stenbol
Amîd-î Sevda-1909 Stenbol
Rojî Kurd-,
Hetawî Kurd,
Yekbûn-1913 Stenbol
Jîn- (Kovar) 1918-Stenbol
Kurdistan-
Jîn(Rojname)-1919 Stenbol
Piştî damezrîn û bi pêkanîna pergala Komara Tirkiyê dengê rojnamegeriya kurd ta demekê tê qutkirin. Em di sala 1923an de li Sêwregê rastî rojnameyeke bi navê ÎRFAN tên. Li bin rojnameyê ”rojnama gel a siyasî,civakî,edebî,mîzahî û serbixwe ye” hatiye nivîsandin. Ev rojname bê navber ta sala 1983an hatiye weşandin. Digel ku rojname bi tirkî û herêmî be û li ser pirsgirêkên civata herêmî rawestiyabe jî di ber re bi gor rewşa siyasî ya Tirkiyê car caran bi gor rewşa kurdan jî nivîs belav kirine. Wek di hejmara 1768an de Serhat Bucak di gotara xwe de aşkere vedibêje ku ,”Komara Tirkiyê dagirker û kolonyalist e, ta ev pergal hilneweşe bi guhertina îqtidaran rewşa wê ya kolonyalist nayête guhertin."
Îhsan Nurî Paşa di pirtûka xwe ya bi navê "Serhildana Çiyayê Agiriyê” de dibînin ku behsa rojnameyeke ku bi kurdî û bi dest dihate nivîsandin û belavkirin dike. Her wiha Zinar Silopî jî merşekê ji rojnama AGIRÎ neqil dike. Dîsa Garo Sasûnî neqil dike ku bi navê GAZIYA WELAT bultenek dihate derxistin û li herêmê dihate belavkirin da ku gele herêmê di derheqê şoreşê de agahdar bike.
Agrî,Agrî,tu agir bû
Nav dunyayê serbilind bû
Li kurdistan tu çira bû
Hilbe Agrî,hilbe Agrî
Di sala 1948 de bi navê DİCLE KAYNAĞI rojnameyeke hefteyî tê derxistin.(Musa Anter-Xwedî)
Dr.S:K Şivan di derheqê vê rojnameyê de;
Di temmuza 1948an de hin xwendekarên universiteyê û rewşenbîrên kurdan li dora kovara hefteyî ya Dicle Kaynağı ku Musa Anter derdixist diciviyan û li gor imkanên xwe li ser mesela rojhelatê (kurdistanê) têkoşîna fikrî didan.
Di kovara hefteyî de her li ser pirsgirêkên rojhilatê dihate sekinandin,gellek caran ji bo pêşdebirina bajarên rojhilatê “reforma erdî” dihate xwestin.
ŞARK MECMUASI-1950-Musa Anter
Ev kovara hefteyî jî bêhtirîn li ser pirsgirêk û arîşeyên welêt hatiye weşandin. Di hejmara yeke de tê gotin ku piştî 125 salan kurd dikarin hînê xwendin û nivîsandinê bibin. Li dibistanan. Di nivîsa “Du Rojhelat De” rewşa welêt ji alî siyaset û aborî, civakî û zanistê ve hatiye analizkirin.
Dîsa ji bo qetlîama 33 gundiyên Ozalpê dê Mustafa Muğlalı dê bê darizandin. A 4.de tê nivîsin ku ew hatiye berdan.
Şarkın Sesi,Demokrat Doğu,Ağrı (4 hejmar) Cudi, Dersim, Henek
İLERİ YURD;1958
Ev rojname yekşem ne tê de her roj derdiket. Musa Anter û Canip Yıldırım dinivîsin,
Nivîsên bi kurdî jî tê de hene (Kımıl)
Çima em derdikevin;
1-bûyerên li rojhilat diqewimin û di çapemeniya Stenbol û Enqere de cih nagirin
2-Memurên li Rojhilatê ne divê bêtir kar bikin û fedakar bin
3-Her partiyeke siyasî a Tirkiyê wek şirkete ke adi ye Tırkıyê ye
4-Rojhelat muhtacî xwendinê ye.
Ji ber ku ev rojname gellek bi bandor e û nivîskarên wê li ser pirsgirêka Kurdistanê radiwestin gellek caran dibin hedefa êrîşên faşistan. Piştî girtina 49an (ku giş nivîskarê vê rojnameyê ne) ev rojname tê girtin.
SİLVAN’IN SESİ; 1962-İsa Şans
Ev rojname bi awayeke aşkere di derbarê rewşa gelê kurd û rastiya wan de hatiye weşandin. İsa Şans daw û doza perwerdehiya bi zimanê dayîkê dike û dibêje “Ger rojhelatî imkan bibinin bi zimanê xwe bixwînin û binivîsînin ,wê gavê nezanîn jî ji ortê radibe."
Ji ber nivîsa xwe ya 23.10.1962an de “Gelo di ideolojiya “Xwedê Tirkan biparêze ya nijadperestan de em –kurd-jî hen?” tê girtin.
Dozger A.Rahman Bilgîç;
"Tiştên wiha şerm e İsa. Ez jî kurdekî Semsûrî me, çapxana min jî heye. Lê nivîsandina tiştên wiha û gotina “Ez Kurd im”..Bi rastî şerm e.
İsa;
"Tu hem dibêjî ez kurd im û hem jî şerm e qala kurdiya xwe bikî, ev çi nakokî ye."
Dixwazin wi bibin cem doktor û raporekê bidinê ku dîn e.
DİCLE-FIRAT-1962 Edip Karahan
Kovara herî politîk û teorîk a li ser pirsgirêka kurdan hatî weşandin e. 8 hejmar derçûye. Edip Karahan tê girtin.
"Çima Em derdikevin ;
Karê pêşîn ku rojnameyê daye ser mile xwe, pêşdexistina ekonomik û kulturî ya Rojhilatê ye. Her wiha dixwaze hemû dijayetiyên bîrûbawerî hel bike û yekitiya wan pêk bîne.
Rojnama me ji kijan tebeqey civakî (esnaf, tucar, axa, pale, karker) dibe bila bibe ji her kesê rojhilatî re û ji civanan re vekiriye. Bi şertê ku ew kes bi dil û can terefdarê pêşdeçûyîna rojhelatê be.
Ev rojname dê siyaseta partiyan nemeşîne û dê li hember hemû partiyan objektif û bêteref be. Lê divê ev yeka jî bête zanîn ku bêterefî û objektîfî ne ew e ku mirov li hember tevger û dîtinên partiyên pêşverû û paşverû pasif bimîne.
“rojnama me, dê piştgiriya têkoşîna rakirina van qanûnan bike ku li gor baweriya me sebebe pêşdeçûyîna rojhilatê ne.”
Sê çîrokên kurdî. Xecê û Siyamend, Swaro, Heydo û Ferho
M.Ehmedê Cizîrî, Şêx Ehmedê Xanî ,H.Qadirê Koyî-RAHŞAN
23 kes tên girtin ku 9 neh kes ji wan ji başûrê welêt in.
KEKO,DENG,ROJA NEWE(kurmanci, zazaki-tirki) RÊYA RAST
YENİ AKIŞ-Mehmet Ali ASLAN-1966
Ev kovar bi tirkî û kurdî hatiye weşandin. 4 hejmar
Yekem kovara fikrî-siyasî ye. Di derheqê arîşeya kurdan de gotarên siyasî nivîsandine û xwestine statuya kurdan bi awayekî zanistî raxin ber çavan û li rêyên çareseriyê sekinîne.
Li hember gotara Nihal Atsıza tirk ku ji bo kurdan digot;
"Heta ku sere miletê Tirk nexistine belayê û ew bi xwe jî mehf nebûne bila barkin herin. Kuda? Dilê wan kuderê bixwaze,ç avê wan kuderê dibine bila herin wir. Bila herin Îranê, Pakistanê, Hindistanê yan jî cem Barzanî. Bila muracetê Yektiya Neteweyan bikin ji Afrikayê cihekî bo wan bête hilbijartin."
Li hember vê gotarê li Agırî, Batman, Bingol, Bedlis, Cizîr, Diyarbekir, Xarpêt, Erzirom, Hekkarî, Xunus, Kanireş, Mêrdin, Muş, Sêwreg, Dersim, Ruha,Wan, Gumgum çalakiyên protestoyî tê li dar xistin.
Şi’rên kurdî yên Kemal Badıllı, Faik Bucak, İhsan Aksoy, Edo Dêran tên weşandin.
Belavokek tê belav kirin û di binî de diruşma BIJÎ TURKİYE;BİJÎ GELÊN TURKİYE
Vejîn ,Dengê Mêrdînê-Nezir Şemikanlı-1969
Zalim li ser pişt amin fil-ZALİMLER SIRTIMDA FİL
Wan hildigrim bi piştqulozi-TAŞIYORUM EĞİL EĞİL
Ez çêr û pehînan- ATILACAK TEKME DEĞİL
Destekî dostane dixwazim-UZANACAK EL İSTERİM
Ji bo hilbijartinan jî; bila tirkiyeya pêşketî, xewnên xweş, planên we yên pêşdaçûnê, şaristaniya we jî ji we re be, tenê bela xwe ji min vekin.
DENGÊ SÊWREK-Komeleya Kulturî siyasî
Di vê kovarê de digel gotarên li ser rewşa welêt û li ser zimanê kurdî, nameyek ji bo parlamenterên rojhelatê re heye ku giring e. Di nameyê de ji parlamenterên rojhelatî û yên di nava AP cih digirin tê xwestin ku li hember derxistina “parastina nîzama qanuna esasî” derkevin.
Di vê nameyê de tê gotin ku “rojhelat koloniyeke nîv-feodal e”
Di bin vê nameyê de imzeya 15 komeleyên bajarên Kurdistanê hene.
Piştî derketina vê qanûnê li gellek bajarên kurdan çalakî tên lidarxistin: Amed, Hilvan, Varto, Sêwreg
Yekem car diruşmên kurdî li ser pankartan tê nivîsandin;
Zinhar e zinhar
Morrison, warisê Bayar
Destê xwe nede ber çerxa dijwar
Dişkîne serê Koledar.
DDKO BULTENA NÛÇEYAN;
Komela Kulturî ya Rojhelat a Şoreşger;
Bi vê kovarê em dibînin ku kurdan bergeha fikr û hizirîn û ya rêxistinbûnê firehtir kirine. Hinek gotarên li ser rewşa cîhanê û yên li ser Tirkiyeyê û qanûna esasî dibe bingehek bo ku sibê kurd bi awayekî cuda bên rêxistinkirin.
Nato-Turkiye
Şerê İsrail û ereban
Qanûna Esasî
Tiştên li Kibris diqewimin
ÖZGÜRLÜK YOLU-RÊYA AZADÎ-1975-1979-Kemal Burkay-İhsan Aksoy-30*000
Piştî Roja Newe vê kovarê jî cih daye nivîsên bi zaravayê Zazakî.
Bi kurdi-Cegerxwin, Ereb Şemo, Heciyê Cindî, Eskerê Boyik, Qanadê Kurdo….
RIZGARÎ; Ruşen Aslan, Mehmet Uzun-1976-1978
Li bin kovarê bi kurdî “Kovara rêzanî û çandiya mehanî"
Yekem kovara siyasî û teorîk a li ser pirsgirêka kurdî ye.
Di her hejmarê de mijarek hatiye vegotin:
Siyaseta hilbijartinê,
Siyaseta rêxistinên demokratik ên cemawerî
Siyaseta ittifaqan
Li tirkiyê sosyal şovenizm
Faşizm
ROJA WELAT-1977-Sıddık BOZARSLAN-15 rojî
Karkerên hemû welatan û gelên bindest yek bin!
Kurmancî-dimilî
1-Şêst saliya şoreşa çiriya pêşîn
2-Rêveçûna Gelê Kurdê Pêşketî kê ditirsîne?
3-Çend Hikyat, Straneke Dimilî, Pêkenok
DEVRİMCİ DEMOKRATİK GENÇLİK-1978-Medeni Marşil-Selim Bakaç-10*000 hezar nusxe
(Ciwaniya Şoreşger û Demokrat)
Kovara kurdî-tirkî ya mehane ya siyasî ya ciwanî
1-Dijminê Tevgera Jinan a navnetewî;Feminizm
2-Ciwani û têkoşîna li hember faşizme
3-Li ser ronakbîran
4-Lêkolînek derbarey ziman
5-Navneteweyî û cianî
6-Çiroka me-şi’r –Rojen Barnas
KAWA-1978
Nivis hemû bi tirkî ne
Bîr û baweriya felsefi ya Mao Zedung
ALA RIZGARÎ-İkram Delen-Hatice Yaşar
JİNA NÛ-1979 Mehmet ECE
TÊKOŞÎN-1979-Entab
TÎRÊJ_1979-Enver Yüzen-Ahmet Bozgil
Kovara Çandî û Pîşeyî
Yekem kovara xwerû bi kurdî û du zaravayî
Rojen Barnas, Arjen Arî, Mem Ronga, Malmisanij, Berken Bereh
4 hejmar
5000 nusxe
HEWAR-1980
Di Hepisxana Diyarbekir de ji bal girtiyên PKKê tê derxistin û bi destan tê amadekirin.
12 hejmar
Roja GEL-1980
Li Îranê dihate çapkirin
6 hejmar-1981
Rojan Hetav tê kuştin.
Çandiya Berxwedan, Çirûska Jiyan-li hepisxana Diyarbekir 1984-1988
M. Selim Çürkükkaya
MEDYA GÜNEŞİ-1988
Cemal Özçelik-Yakup Karademir
Pişti 12ê Îlonê yekem kovara ku nivîsên kurdî tê de hene,
Di şertên orfi idare de hate weşandin
Karekî piroz kirin
21 Heziran 1988 medya güneşi -özgür halk- ihd tên bombekirin.
TOPLUMSAL DİRİLİŞ-1988
4 HEJMAR
DİRİLİŞ-1988
ÖZGÜR GELECEK-1988 ANKARA
Mehmet BAYRAK
VATAN GÜNEŞİ-1989
Li Kurdistanê pirsgirêka neteweyî
DENG-1989-1992
18 hejmar
Kemal Burkay
Fehim ışık- amed - 5 sal ceza
HALK GERÇEĞİ-1990
9 hejmar
YENİ HALK GERÇEĞİ-1990
Sê hejmar
YENİ ÜLKE-1990-1992-30*000 tiraj
Serhat Bucak
Günay ASLAN
Di nav salekê de 55 da’we, 30 girtin,18 civandin-Rekora Dinya yê
Gellek niviskarên wê hatin girtin
Beşikci niha jî tê darizandin
ROJNAME-1991
Kurdî-Zazakî
A. Zeki Okçuoğlu
Rojnameyek piralî
GOVEND.1991-92 çar hejmar
Mazhar Kara
NUBİHAR;1992
Hê berdewam e
130 hejmar
REWŞEN;1992
4 hejmar
Xwerû kurdî
WELAT 1992
20 hejmar
Xwerû kurdî
TEWLO-Mizah-1992
8 hejmar
AZADÎ-1992
8 hejmar
Ragıp DURAN- hê jî dewam dike
AZADIYA WELAT
2006
Hê derdikeve
Di 2006an de bû rojane
Gellek nûçegihanê wê hatin kuştin
Kovara W
Çirusk
1988-1990-41 rojnamegerên kurd hatin kuştin.
1992-1993: 20 kujernediyar
2 Aralık 1994-Özgür Ülke-Bombalandı
Seracettin Müftüoğlu, Hürriyet gazetesi, Nusaybin, 29 Haziran 1989
◦ Mehmet Sait Erten, Azadi-Denk dergisi, Diyarbakır, 3 Kasım 1992
◦ Halit Güngen, İkibine Doğru dergisi, Diyarbakır, 18 Şubat 1992
◦ Cengiz Altun, Yeni Ülke gazetesi, Batman, 24 Şubat 1992
◦İzzet Kezer, Sabah gazetesi, Cizre, 23 Mart 1992
◦ Mecit Akgün, Yeni Ülke gazetesi, Nusaybin, 2 Haziran 1992
◦ Hafız Akdemir, Özgür Gündem gazetesi, Diyarbakır, 8 Haziran 1992
◦ Çetin Ababay, Özgür Halk dergisi, Batman, 29 Temmuz 1992
◦ Yahya Orhan, Özgür Gündem gazetesi, Ceylanpınar, Gercüş, 9 Ağustos 1992
◦ Hüseyin Deniz, Özgür Gündem gazetesi, Ceylanpınar, 10 Ağustos 1992
◦ Musa Anter, Özgür Gündem gazetesi, Diyarbakır, 20 Eylül 1992
◦ Yaşar Aktay, Türkiye gazetesi, Hani, 9 Kasım 1992
◦ Hatip Kapçak, Hürriyet gazetesi, Mazıdağı, 18 Kasım 1992
◦ Namık Tarancı, Gerçek dergisi, Diyarbakır, 20 Kasım 1992
◦ Orhan Karaağar, Özgür Gündem gazetesi Van muhabiri, Van, 19 Ocak 1993
◦ Kemal Kılıç, Özgür Gündem gazetesi, Akçakale-Urfa, 18 Şubat 1993
◦ Mehmet İhsan Karakuş, Silvan gazetesi, Silvan, 13 Mart 1993
◦ Rıza Güneşer, Halkın Gücü gazetesi, İstanbul, 14 Temmuz 1993
◦ Ferhat Tepe, Özgür Gündem gazetesi, Bitlis, 28 Temmuz 1993
◦ Nazım Babaoğlu, Özgür Gündem gazetesi, Siverek-Urfa, 12 Mart 1994
◦İsmail Ağay, Özgür Ülke gazetesi, Batman, 29 Mayıs 1994
◦ Ersin Yıldız, Özgür Ülke gazetesi, İstanbul, 3 Aralık 1994
◦ Seyfettin Tepe, Yeni Politika gazetesi, Bitlis, 29 Ağustos 1995
◦ Metin Göktepe, Evrensel gazetesi, İstanbul, 8 Ocak 1996
◦ Yemliha Kaya, Halkın Gücü gazetesi, İstanbul, 27 Temmuz 1996
◦ Selahattin Turgay Daloğlu, serbest gazeteci, İstanbul, 9 Eylül 1996
◦ Ayşe Sağlam, serbest gazeteci, Derince, 3 Eylül 1997
◦ Yaşar Parlak, Silvan Mücadele Gazetesi, 18 Ağustos 2004
◦ Metin Alataş, Azadiya Welat gazetesi, Adana, 4 Nisan 2010
Kadir Bağdu-14 Ekim-2014
Piştî salên 2000î gelek malperên rojnamevaniyê hatin amadekirin. Îro wek Diyarname ,Ajansa DİHA, Firat,Yüksekova Haber, İlke Haber, Kurdistan Aktuel, Kurdistanprees, Rûdaw, BasNews, Kurdistan Aktüel…gelekên din bi kurdî weşanê dikin.
Çavkanî-Rojnamegeriya Kurdî - (Malmîsanij, Mahmûd Lewendî - Özge Yayınları, Ankara 1992)