Hat ragihandin ku li Stenbolê polîsan bi ser mala Salih Turan da girtine û ew birine Navenda Emniyetê ya Yenîbosnayê û piştî demekê ew sewqî Adlîyeya Bakirkoyê kirine.
Herwiha hat gotin, dozger ji ber peyamên Salih Turan ên sosyal medyayê bi “hinceta rêxistina terorê” kiriye, daxwaza zindanîkirina Salih Turan kiriye û hakim jî ew girtiye.
Ligor zanyariyan rojnameger û helbestvan Salih Turan sewqî Zindana Metrîsê hatiye kirin û aniha zindanîkiriye.