Qetlîama Helepçeyê di 16ê adara 1988an de qewimî. Kurd û rayagiştî ya dunyayê piştî 2-3 rojan bûyer bihîstin. Lê li hin derên dinyayê xelkê bûyera Helepçeyê 2-3 meh şûn de bihîst. Yekîtîya Sovyetê wekî ku qetlîameke bi vî rengî nebûbe, wekî ku bajarek bi çekên kîmyeyî nehatibe qirkirin, qet qala vê bûyerê nekir, tenê di Pravdayê de wek nûçeyeke kin û wek bûyereke zêde ne girîng, di rêzê de, da. Ew sûretên wahşetê ku li hemû dinyayê belav bûn, di ser dîwarên asê yên welatên sosyalîst re qebaz nekir. Bi sed milyonan însan bi mehan, belkî bi salan hay ji vê bûyerê nebûn. Ji bo dostanîya Iraqa Saddam Huseyîn û di serî de Yekîtîya Sovyetê û hemû dewletên sosyalîst, ji xwe li hember vê bûyerê deng dernexist, her weha dest danî ser mafê enformasyon û agahdarî wergirtina bi sed milyonan hemwelatîyên xwe.
Dema min di redaksîyona kovara Armancê de kar dikir, Elîyê Abdurehman ku nivîskarekî kurdê Ermenîstanê bû -nuha çuye ser heqîya xwe, cîyê wî bihişt be- aboneyekî me yê daîmî bû. Armanc mehê carekê derdiket û heta ku digihîşt Ermenîstanê di ser bûyeran re duh meh derbas dibûn.
Elîyê Abdurehman du meh şûn de bûyera Helebçeyê ji Armancê bihîstîye û rûniştîye ji êşa dilê xwe li ser Helepçeyê helbestek nivisandîye. Dema em hevalên ku di redaksîyona Armancê de ne, me name dît, em di cîyê xwe de şeqizîn, çawa ev dikare rast be. Di dawîya sedsala bîstî de mirov çawa dikare bûyereke weha ji sed milyonan veşêre.
* * *
Çendê berê hevalekî ji min kamera fotografa xwest, ne ji bo xwe, ji bo nasekî xwe ku wê wek nûçegîhan kar bike. Ji bo ez di warê kamera de ne şareza me, li Kopenhangê bi hevalekî şêwirîm û min bihîstibû li Danîmarkayê ji Swêdê erzantir e. Şêwirmendê min qala gelek xusûsîyetên ku divê di kamerayê de hebe rêz kir û di dawîyê de got, divê Wifîya wê jî hebe.
Ji min re balkêş hat û min jê pirsî;
-Ma di kamerayên nuh de Wifi jî heye?
- Belê, fîyeta wê hinekî zêdetir e, lê pirr muhîm e ku hebe, bi taybetî jî li welêt.
Û domand;
-Dema xwepêşandan an bûyer diqewimin, polîs dest datîne ser kamerayan, lê Wifi hebe, sûretan tu dikarî yekser bighînî rojnameyê.
* * *
Belê, heger dema qetlîama Helepçeyê, internet, Wifi hebûna, bûyer di eynî sanîyeyê de dê bighîşta herderê dunyayê, alîkarî wê di demeke kintir de bighîşta birîndaran, belkî bi sedan kes bihatana xelaskirin. Yekîtîya Sovyetê nexwesta jî ev bûyer wê li herêmên di bin desthilatdarîya wan de jî bihata bihîstin. Herçiqas welatên wek Çîn û Koreya Bakur Facebook, Twitter û xwegihandina hin malpera qedexe dikin jî, lê bi temamî nikarin rê lê bigrin. Van demên dawî Tirkîye jî dem bi dem twitterê qedexe dike, dijwarî derdixe pêşîya xwegihandina hin malperan…
Mafê înformasyon stendin û dayînê yê her mirovî ye. Ev yek ji mafê mirovî yê esasî ye. Her civata azad divê bêsansur kanalên înformasyonê veke.
* * *
Di roja îroyîn de herikandina înformasyonê pir bi lez e. Di sanîyeyê de bûyereke li alîyekî dinyayê tê bihîstin, li alîyekî din yê dinyayê, di medyayê de derdikeve. Nûçeyek piştî 4-5 saet kevn dibe, derbarê heman nûçeyê de çend nûçeyên din tê servîskirin.
Rûpela Nû wek rojnameyeke digital bi îmkanên xwe yên heyî nikare bighîje vê leza medyaya hemdemî… Ne bawer im wê xwendevanên wê jî ji bo îro, ne li benda vê yekê bin. Lê rojê 4-5 nûçeyên girîng ku Kurdistan û Kurdistanîyan eleqe dikin bi şiroveyên objektîf di Rûpela Nû de bibînin wê memnûn bin. Rûpela Nû dê bûyerên lokal ên orjînal belav bike, bûyerên li perçeyên din ê Kurdistanê bighîne xwendevanên xwe, çapemenîya Ewrûpî ji nêzîk ve bişopîne û nûçe û şiroveyên ku Kurdistanîyan eleqedar dike wergerîne, ew ê karekî rind bike. Lê ya herî girîng rojeva wê ya taybetî hebe, tu car dest ji rojeva xwe bernede û neşemite ser rojeva kesên din. Xelk pir rehetî rojeva xwe dikin ya meriv, bêyî ku meriv bi xwe bihise, mirov dide dû rojeva hinekan. Ji ber wê yekê divê ku Rûpela Nû bi rojeva Kurdistanîbûnê ve hişk girêdayî be, milîmekê jê şaş nebe. Û divê tu carî dest ji prensibên rojnamegeriyê bernede.