Hate ragihandin ku rojnamevan Nîlufer Hemîdî ku dîmenên îşkencekirin û nexweşxaneyê yên keça Kurd Jîna Emînî ya ji aliyê hêzên ehlaqê yên Îranê hatibû kuştin, belav kiribû ji doza li ser wê beraet kir.
Hemîdî dîmanên nexweşxaneyê yên Jîna Emînî ku 16ê Îlona 2022yan hatibû kuştin belav kiribûn û piştre jî 31ê Îlona 2022yan hatibû girtin.
Rojnamevan Hemîdî piştî 17 mehên girtîmayînê 14ê Çileyê 2024an hatibû berdan, lê dozên li ser wê berdewam dikirin.
Parêzerên Nilûfer Hemîdî, Parto Borhanpur û Hucet Kermanî ragihandin ku Hemîdî, ji doza “Hevkariya bi welatê dijmin a Amerîka re’ beraet kiriye. Cezayê Hemîdî yê bi hinceta propagandaya dijî rejîmê jî bo 5 salan hate paşxistin.