Rojnamevana kurd Khazar Fatemi xelata Unescoya Swêdê wergirt

Rojnamevana kurd Khazar Fatemi xelata Unescoya Swêdê ya sala 2020ê wergirt. Unescoyê xelat da Khazarê ji ber kar û xebata wê ya rojnamevanî ya cidî û bêrawestan li ser kulturên li ber xeterê.

Navenda Nûçeyan - Rojnamevana kurd Khazar Fatemi xelata Unescoya Swêdê ya sala 2020ê wergirt. Unescoyê xelat da Khazarê ji ber kar û xebata wê ya rojnamevanî ya cidî û bêrawestan li ser kulturên li ber xeterê.

Li gor Radio Sweden Unescoyê di daxuyanîya xwe de dibêje ku Khazar bi rêya zincîra dokumentfilmên ”Kultur i farozonen” [Kultur di herêmên bixeter de] ya ku ji bo Televizyona Swêdê SVTê amade kiribûn û bi semînarên piştî wan dokumentfilman ji bo biçûk û mezinan bûye pêşengeka giring ya parastina kulturên tehdîdkirî.

Khazar Fatemi di sala 1987ê li gel malbat xwe ji Îranê çûbûn Afxanistanê û sala 1989ê hatin Swêdê. Ew di sala 2012ê wek rojnamevan çû Afxanistanê û filmekê dokumenterî li ser rewşa civaka wî welatî ya piştî reşî ji bo SVT amade kir.


Wêne: Matilda Ljungkvist/SR

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e