Rol û berpirsiyarîya rewşenbiran û xeta Kurdistanî

Cano Amedî

Cano Amedi

Dem hene sed salan carek bi dest dikeve. Derfet û firsatên zêrîn di demên dîrokî de derdikeve holê. Piştî Şerê Cîhanê I. û II. ji ber ku gelê Kurd ne xwedî hêz û organîzasyon bûn, ji wan demên zêrîn îstîfade nekirin. Ne xwedî rêxistin û pêşengîyek demî bûn, li ser masê cîhê wan ji alîyê dijmînê wan ve hatibû girtin.

Niha jî gelê Kurd bi demek dîrokî û zerîn ve rûbirû ye. Em dikarin bêjin bingeha şerê sêyemîn dest pê kirîye û heta kîjan demî wê bajo em nizanin. Lewra sîyasetmedar û partîyên me yê qirase di bin bandora salên 1970 an de, di bin sîya îdeolojî û olan de ketine nava zikirê. Ne haya wan ji sîyaseta dunyê heye, ne jî rastîya ku îro li dunyayê bandora xwe belav dike, qebûl dikin!

Rewşenbîr û zanayê me wek murîdên şêxan, her yek di bin kon û çadirekê de li pey xwarin û berjewendîyê şexsî dimeşin; ji şaşî û çewtîyan re fetwa derdixin û kêmasî û xirabîyên civakî li gor daxwaza serdestan şîrove dikin. Civatê li got daxwaza dagîrker, wek kerîyê pez kedî dikin. 

Em baş dizanin ku rol û berpirsîyariya rewşenbîran li dijî şaşî û çewtîyan derketine. Ew bi hewestên xwe yên azad, civatê perwerde dikin û rê û rêbazên demkî pêşkeşî partî û rêxistinan dikin. Wan kontrol dikin, rexne dikin ku li dijî berjewendîyên civatê tevnegerin.

Civatek kedî kirî, her tim kolê hêzên serdest e. Ger hûn li ser navê rewşenbirî û pêşengîyê civatê yek deng, yek reng û xwedî yek berçavkê bikin, hûnê zirara herî mezin bidin civatê...

Divê rewşenbîr ne li pey post û maqaman be, ne jî li pey berjewendîyên şexsî be. Divê di hemû deman de xwedî şopek rast û zelal be. Li ber tu hêzekî an li ber tu derîyekî xwe netewîne û xwe nefiroşe! Di dirokê de mînakên balkêş hene! Lê yên dixwazin dikarin li jiyana Mamoste Îsmaîl BÊŞİKÇÎ binherin û jê dersan bigirin....

Dagirker û hevalbendê wan welatê me perçe kirine. Sînorên erdnîgarî û yên derûnî (psîkolojîk) di mejîyê me de çê kirine.  Lİ gor dabeşkirina perçan,  bingeha mêjîyê civata me eyar kirine. Em bi gelemperî nafikirin û bihevre tev nagerin. Ji bo me perçên em lê dijîn û partîya me ye, serokê me esas e! Ji bilî me herkes, hemû hêz û qewet nebaşin, çewtin, şaşin û xayinin! Em li dijî birayê xwe yên perçê din, pir har û dijwarin! Çavsorîya herî mezin, em li dijî hev dikin. Dijmînê rûreş êrîşî me dike, em sedemên êrîşan birayê xwe nîşan didin û neyartîya wan dikin. Em li wan gefan dixun: "ka emê çi bînin serê we!"  Zana û rewşenbîr jî li çepikan dixin û fetwayê xirabîyê şîrove dikin. Tu kes napirse:“gelo hûn çima ewha dikin;li hemberî neyarê xwe xwedî gazin û lome ne? Lêli dijî birayên xwe tûjin, bi kîn û rik in?Hûn çima derîyên biratîyê digirin? Hûn dikarin ji bo tiştekî pir sivik hevdû binpê bikin; lê dijmînê xwe bi qîmet bikin!”

Em rojek ji rojan, ji xwe napirsin, gelo Gelê Kurd, çima heta îro ji fersend û derfetên dîrokî sûdek (îstîfadeyek) berbiçav nedîtîye? Gelo bê tifaqî qedera me ye? Gelo ŞAM, BAXDAT, TAHRAN û ANKARA çima bi me şîrîne?Çima HEWLER, MAHABAD, AMED û QAMİŞLO bi me tehl û tirşe!? Çima em rûmetên xwe yên şêrîn, bi tehlê xelkê diguherin? Çima?

Çima em hevdû di nav herrîya "îdelojî û ol"ê de digevizînin? Çima em hevdû bi "îzm" û "perestî" yan gunehkar dikin. Di salên 1970-1980 an de, cîhên "pîrozgeh" Moskova, Pekîn, Tîran, Rîyad, Wasington û London bû (!) Demek li welatê me û li dunyê bayê "Mao-perestî", "Stalîn-perestî". "Enver Xoca-perestî" belav bûbû.

 

Neyarê gelê Kurd ji bû Kurd û kurdistanîyê tune bike û doza Kurd bi pêşnekeve, hertim xwestiye û di gelek warî de lêxebitîye gelê Kurd ji hev dûr bixe. Kî rexneyek an helwestek cûda digire, bi tawanbarîya murîdîyê bi nav dikin. Dixwazin di nav civatê de, bibêjin: "filankes-perest e!"  Kirasê li ser wane; dixwazin li herkesî bikin.

Çima her tim li ser şopa "îzm û perest"an dimeşin?

Çima her tim weke murîdan kêmasî û şaşîyên şexsên xwe pîne dikin?

Çima berjewendîyên gelê Kurdîstanê dikin qurbana berjewendîyên partî û rêxistinên xwe?

Çima pêwendî û têkilîyên nav xwe li ser hûqûqa biratî û Kurdîtîyê serastnakin?

Çima bendavan di nav xwe de ava dikin û biratîya navxwe binpê dikin?

Çima biratîya gelên serdest ji wan re şêrîne?

Bi kurtasî, pêwîstîya me hemûyan bi parastina yekrêzîya berjewendîyên Kurdîstanî heye.

Tu partî, tu serok an tu kesayetek, bi serê xwe nikare rewşa welatê me biguherîne. 

Gavên hevpar, helwestên hevpar, armancên hevpar û berjewendîyên hevpar me digehîne berjewendîyên gelemperî û Kurdîstanî..

Em baş dizanin ku pêwîstîya me hemûyan, bi qasî av û nan bi helwestên netewî û Kurdîstanî heye!

Ev helwestên hanê  ji bo rizgarîya netewa Kurdîstan bi qasî oksîjen û hewa pêwîste!!!!