Arif Qurbanî
Yek ji metirsiyên ku vêga pêsîra hemû welatên Ewropayê girtiye, serîhildan û geşbûna hizra nijadperestiyê ye. Berê heke karakterekî siyasî yan jî elîteke diyarkirî di nav arasteyeke siyasî de hilgirên wê hizrê bûna, wekî dengekê nelich dihatin dîtin û jîngeha siyasî û civakî ya welatên wan bi rengekî bû ku nikarîbûn bi serbestî bangaşeyê ji bo bîrûbaweriyên xwe bikin. Lê vêga bûye diyardeyeke ku pêşîgirtina lê bûye karekî zehmet.
Li hemû welatên Ewropayê eger rasterast partiyeke siyasî ji bo nûnertiya vê arasteyê nehatibe avakirin, wê demê elîtek heye ku bi aşkereyî bangaşeyê jê re dike. Beşdarî pêvajoya hilbijartinan dibin û sal li pey salê jî hejmara dengan û rêjeya kursiyan û cihên wan li navendên desthilatê zêdetir dibe.
Vejîn an jî zindîbûna hizra nijadperestiyê bi awayekî tundrew, bêguman sedemên wê nikare bi yek pirs û mijarê ve bên girêdan, gelek sedem hene ku pêkan e di ser gişkan re sîstema siyasî û aborî ya niha ya cîhanê rola sereke tê de bigerîne. Lê ya ku ji hemû sedeman bêtir jîngeh ji bo geşbûna wê berdest kiriye, mijara koçberan e.
Babeta koçberan bi rengekî wer di destê komên rastgir, nijadperest û tundrew ên welatên Ewropayê de bûye amûr û alav, tewra partiyên çep û sosyal demokrat jî neçar kirine ku xwe ji bereya bergirîkirina siyaseta koçberiyê dûr bigirin.
Hemû kesên ku berê berevaniya siyaseta koçberiyê ya welatên xwe dikirin, wekî şanaziyekê ji bo welatên xwe didîtin di pêrewkirina nirxên mafên mirovan û parastin û hewandina mexdûrên cîhanê de, dengê wan vêga lawaz bûye. Kesên ku babeta koçberan fena çavkanî û enerjiyeke girîng ji bo aboriya welatên xwe jî didîtin, bi kêmanî wekî hêzeke kar a erzan, helwesta wan jî guheriye. Sedema vê jî vedigere wê yekê ku rêjeya pêkanîna sûcan, wekî kuştina jinan, kuştina zarokan, êrîş û destdirêjî û reftar û diyardeyên qirêj di nav koçberan de berdewam di zêdebûnê de ye.
Reftara tundrew û pêkanîna sûcan û qanûnşikênî di nav penaberan de, jîngehek berdest kiriye ku civaka Ewropayê xistiye rewşeke wisa ku di navbera nirx û destkeftên ku ji siyaseta koçberiyê bi dest xistine û metirsî û gefên ku li ser civakên wan çêbûne de berawirdê bike. Ev bi aşkerayî di nav hemû çîn û texên wan de tê hîskirin û bûye serkaniya hêzê ji bo komên rastgir û tundrew ku hejmara wan roj bi roj zêdetir bibe.
Bi ser de jî, navendên ku ji hêla stratejîk ve bi bayex û girîngiyeke zêdetir li pirsa koçberiyê dinêrîn, wekî çareseriyekê didîtin ji bo rêgirtina li ber kêmbûna hejmara niştecihan ku ji ber pêkneanîna malbatê û kêmanîna zarokan, metirsî ketibû ser welatên wan.
Her wiha hêviyeke wan a mezin li ser wê yekê hebû ku yên ji welatên Rojhilat berê xwe didin welatên wan û tevlî çand û civaka Ewropayê dibin û xwe diguncînin, dê dawiya dawî bibin welatiyên Ewropayê. Lê ji ber ku ev kes di warê malbatê û anîna zarokan de hîn jî girêdayî çand û ola welatên xwe ne, derfet didan welatê malxwê ku cureyeke hevsengiyê di rêjeya niştecihan de, di navbera mirin û jidayikbûnê de çêbibe. Vêga ew jî ketine ber helwestekê ku li hin çareseriyên din bigerin.
Ez piştrast im eger revendên welatên Erebî û cîhana Îslamê bi baldarî li ser wê yekê kar nekin ku dawî li wan reftar û sûcên tundrew bînin ku ji aliyê penaberên ser bi wan civakên Erebî û Îslamî ve tên kirin, çend salên din welatên Ewropayê datînin ber bijarekê ku neçar bibin bi rengekî wan siyaset û qanûnên xwe sererast bikin. Eger bi tevahî li hemberî koç û penaberiyê helwestê wernegirin, neçar bibin cudahiyê têxin navbera koçberên civaka baş û koçberên civaka xerab.
Vêga baweriyeke tekûz li ba wan çêbûye ku hemû sûc û tawanên ku di nav penaberan bi xwe de tên kirin û sûcên ku penaber li hemberî welatiyên welatên Ewropayê dikin, eger ne hemû jî bin lê para herî zêde penaberên ser bi welatên Erebî û cîhana Îslamê ne. Di demekê de ku di nav van civakan de bi hezaran kesên serkeftî û jêhatî di nav civaka Ewropayê de tên dîtin, lê reftara xerabkaran tê ku wêneyê ve hemû cîhana Erebî û Îslamê kirêt dike.
Bi dehan milyon Hindî û Çînî li welatên Ewropayê kar dikin û vêga li Ewropayê hêza herî mezin akarkeran pêk tînin, lê belê nebûne serkaniya gef û metirsiyê li ser ti nirxeke civaka Ewropayê. Xwedî ol û çandên taybet in û ti zexteke wan nîne ji bo sepandina ol û çandên xwe li ser civaka Ewropayê. Neqewimiye ku zextê bikin ji bo vekirina perestgehên olî yên taybet bi xwe, neqewimiye ku rojekê ji rojan êrişî pîroziyeke civaka Ewropayê bikin, her çiqasî li gel nirxên wan jî nakok be.
Lê bûye diyardeyeke rojane, em dibihîzin ku li filan bajarî penaberekî Îslamî yê Erebî yê Sûrî, Mexribî, Cezayirî, Misrî yan Efxanî û Pakistanî... yên din, êrişî baxçeyekî zarokan kiriye. Avêtiye ser dibistanekê, şofêrê otobusekê kuştiye, di molekê de çend jin û zarok birîndar kirine.
Yan em dibihîzin ku penaberekî alaya welatê xwe şewitandiye, li ber dêrekê sivikatî bi ola Mesîhî kiriye. Yan dixwaze ol û çanda xwe li ser cîranê xwe bisepîne. Yan zext li şaredariyê kirine ji bo avakirina mizgeftekê. Heta digihîje gefên sepandina modêla cil û kincan jî.
Ev hemû sûc û tawan jî xizmeta bilindkirina komên rastgir û tundrew ên welatên Ewropayê dikin, ku eger di nav civakên xwe de jî ne hezkirî bin, lê reftara hin koçberên civaka Erebî û Îslamî wer dike ku welatiyên welatên Ewropayê çareserî û rêgirtina li wan sûcan di bilindkirina komên rastgir de bibînin.
Îro roj di hilbijartinên tevahiya welatên Ewropayê de hest bi vê yekê tê kirin. Ango ya ku revenda cîhana Îslamî û Erebî dike, baskê komên ku li dijî hebûna penaberan li welatên xwe ne, xurt dike.
Lê seba ku ji aliyê ketwarê ve hebûna penaberan bûye pêwîstiyeke bivê-nevê ji bo beşeke zêde ya welatên Ewropayê, îhtimala herî çaverêkirî ew e ku li navbera ewlehî û aramî û parastina nirxên xwe yên olî û civakî û pêwîstiyên ku dixwazin bi rêya koçberan bi dest bixin, civaka koçberan li ser civaka baş û xerab dabeş bikin. Şensekî jî bidin civakên baş û hino hino derî li ber civakên xerab bigirin.
Çavkanî: Rûdaw