Romana êş û mirinê... Salên bêronî, salên tarî

Lokman Polat

 

Romana êş û mirinê

salên bêronî, salên tarî

Lokman Polat

Min di salên berê de du romanên Şerîf Kaplan xwendibû û derbarê romaneke wî de gotarek nivîsîbû. Ew nivîsa min di kovara ”Şermola” de hatibû weşandin. Kovara Şermola li rojavayê Kurdistanê derdikeve û li ser kaxiz tê şap kirin. Ev romana wî ya sêyem e ku ez dixwînim. Roman bi tirkî ye. Navê romana wî ” Işiksiz Yillar / Salên bêronî” ye. Roman di nav weşanên ”Favorî” de li Ankarayê hatiye weşandin. Roman 325 rûpel e. Çi heyf ku ev romana Şerîf Kaplan jî weke herdu romanên wî yên din tirkî ye, lê ew bi xwe kurd e.

Di berga dawî a romanê de gotinên gelek balkêş û girîng hene. Maneya van gotinan bûyerên ku di şerê hendekan de li sura Amedê, li Cizîrê û li navçe û bajar û bajarokên bakurê Kurdistanê pêk hatibû tê rave kirin. Ji xwe naveroka romanê bi giranî û berferehî li ser şerê hendekan e. Ez bi xwe jî difikirim ku li ser şerê hendekan û berxwedana wan şeran de romaneke realîst ya li gorê pîvanên realîzma civakî binîvîsîm û rastiyên wan şer û berxwedanan, şaşiyên rêxintinê, şaşî û lehengiya şervanan û herweha zilm û wahşeta ku artêşa tirk li hemberê gelê kurd ê sivîl û şerker û şervanê çekdarên parastvanên hendeka ku çawa di binê paletên tanqan/debaban de canên xwe kirin gorî binivîsim.

Di romana Şerîf Kaplan de gelek bûyer, tiştên ku divê mirov qal bike hene. Lê, qalkirina hemû bûyer û tiştên ku di romaneke 325 rûpelan de zahmete û nivîs gelek, gelek dirêj dibe. Lewre jî ez ê bi kurtahî behsa hinek tiştên ku di romanê de ne bikim.

Di destpêka romanê de du keç hene. Marîa û Zeyla. Cih bajareke Almanyayê ye. Herdu bişev diçine dîskoyê û hetanî nîvê şevê li wir li keyfa xwe dinêrin, direqisin, dans dikin, keyf dikin. Li keyfa xwe dinêrin û serê sibê diçine balafirgehê û li balafirê siwar dibin û derin Stenbolê û ji wir jî diçine Amedê/Diyarbekirê.

Marîa Alman e û Zeyla Kurd e. Vebêj bi çavên herdu keçikan behsa nav bajarê Amedê dike. Jiyana rojane a nav bajar rave dike. Ji xwe 50 rûpelên destpêka romanê bûye wek rehbera turîstan, qala bajar, sur/bedena Amedê, boyaxçî, zêrker, çarşî, zarokên biçûk, camî/mizgeft û minareya çarling dike.

Li ber minara çarling kuştina parêzer Tahir Elçî ku li wir çawa hatiye kuştin tê qal kirin. Li ber minareyê di dema di navbera hêzên dewleta kemalîst a tirk û çekdarên kurd de şer derdikeve, herdu keçik bi alî xançepekê ve baz didin, li kuçeyek yekî serûruyê wî bi puşî girêdayî û çek di destî de wan herdu keçikan ji qada şer dûr dixe û dibe ciheke xweparastinê ê çekdaran.

Vebêjê romanê hem tiştên ku herdu keçik dibînin qal dike û hem jî fermana ku fermandarê polîs û leşkerên dagirker dibêje : ”We zindî çi dît bikujin” Û çawa zarok, keç û kurikên taxê dikujin wisa qal dike ku dil û kezeba mirov dişewite.

Di romanê de pirsa şerê nav kuçe û kolanên Xançepeka Amedê, berxwedana hendekan basît û ji rêzê herweha bi şêweyeke qels hatiye rave kirin. Herweke ku tenê çend xort û keçên ciwan ên mahleyê/taxê hema ji ber xwe ve bi serê xwe rabin çalan, hendekan bikolin, hendekên, mewziyên spargehên xweparastinê çêkin, kuçe û kolanan bigrin û bibêjin ”em xweseriyê îlan dikin, nahêlin leşker û polîs û biyanî werine mehleya me, taxa me. Ev nerastiya şerê hendekan e.

Şerê hendekan netenê li Xançepeka Amedê, herweha li hinek bajar û navçeyên din ên bakurê Kurdistanê dest pê kir û di encamê de raberê êrişeke hov a nedîtî, êrişa bi tanq û topan, bi balafir û helîkopteran û bi hejmareke bi hezaran polîs û leşkerên komando rû bi rû ma û di encamê de digel berxwedaneke bêpayan têk çû, bi sedan, hezaran kurdên sivî, xort û keçên ciwan û bi sedan şervanên çekdar hatin kuştin, şehîd ketin. Belê, bi sedan bi hezaran xortên ciwan, çekdarên ku ji çiyan hatibûn  beşdar bubûn, jin, mêr, kalepir li wan kuçan û kolanan, di wan avahî, xanî û çalan de şehîd ketin. Artêşa hov kurdan di bin paletên tank û bi guleyên topan, bi bombeyên mîskan ew kuştin. Romana wan şehîdan, wan xortên ciwan, fermandarê wan ê mêrxas ku heta guleya xwe ya dawî şer kir û şehîd ket, şervana nîşanderb ku tirs û xof xistibû ruhê polîs û askeran û ji tirsa wê nikaribûn serê xwe bilind bikin, dema serê xwe bilind dikirin di nav eniya xwe de gule dixwarin, belê divê romana van lehengên çekdar ên berxwedêr bi kurdî were nivîsîn û helbet şaşiyên ku hatibû kirin jî were zimên, rexne li wan şaşiyan were kirin.

Zilm, zordarî, hovîtî û wahşeta ku hêzên dagirker, polîs û leşkeran li dijê wan xortan û li dijê gelê kurd, runiştvanên wan tax û mehleyan pêk anîn divê miheqeq were nivîsîn. Hêzên dagirker li hemberê gelê kurd, şervanên xort, keçên ciwan wahşeteke wisa hov pêk anîn ku, kurdên ku dikuştin, cesedê wan bi rojan, bi hefteyan di sukê de, di nav kuçe û kolanan de diman, diwerimiyan, bêhn dida. Ev wahşeta hov ya li hemberê gelê kurd û ciwanên berxwedêr di romana Şerîf Kaplan de hinek jê tê qal kirin, lêbelê ne bi tevahî. Vebêjê romanê digel qalkirina vê hovîtiya dewleta dagirker a kemalîst, kurdên taxên din ên bajêr jî sucdar dike. Lêbelê rexne li ên ku şerê hendekan dane destpêkirin nagre. Ew di rexneyê de objektîv nîn e, li gor rastiyê tevnagere. Heger bi şêweyeke rexneyek objektîv binirxandana bi min dê hîn baştir bana û herweha naveroka romanê dê hîn xurtir bibana.

Di romanê de kuştina zarokên xançepekê, yên mahleya nav surê tê qal kirin. Zarokên ku ji alî polîs, asker, segvan û segbavên dewletê ve têne kuştin….helbet divê mirov nalet li zilm û zordariya hêzên dewletê bîne ku çawa zarok dikujin. Lêbelê divê mirov kêmanî û şaşiyên ku di pêvajoya berxwedanê de hatibû kirin jî bîne zimên.

Belê roman behsa salên bê ronî, salên tarî dike. Wahşeta dewleta dagirker a li hemberê kurdan qal dike. Lê, di esasê xwe de roja ku komara Tirkiyê bi destê kemalîstan û dewleta Îngilîzan hatiye damezrandin heta îro sed sal derbas bûye û ev sed sal bi tevahî ji bo kurdan salên tarî, salên bê ronahî ne.

Komara ku li ser bingeha înkarkirin û tunekirina kurdan hatibe damezrandin dê çawa ji gelê kurd re bibe ronahî. Ew ê hertim, her sal tarî be, dê salên tarîtiyê bidome ta ku kurd azad bibin, welatê kurdan rizgar bibe. Kurd çarenûsa xwe bi destê xwe binivîsin, bibin xweser, bibin xwedî dewlet. Şiklê dewletê dikare federal, konfederal yan jî serbixwe be. Êdî ew li gor şert û mercên cîhanê, rojhilata navîn û Kurdistanê diyar dibe.

03 / 02 / 2024