Romana Kurdên Rojava: Suriyekan

.

Lokman Polat

Berga romanê gelek balkêş e û manedar e. Guleka sor di nav çar şaxên istiriyan de ye. Saxên istiriyan ji çar alî ve xwe li gula sor rapêçane û dixwazin stiriyên xwe di gulê de bikin. Stiriyên wan ku di esasê xwe de guleyên çek û sîlehên wan in, gulê ango netewa kurd di nav xwînê de sor kirine, Kurdistanê kirine gola xwînê.

”Suriyekan” nave romana Giryan Seyro ye. Romannivîser  G. Seyro nivîskarekî ji rojavayê Kurdistanê ye. Suriyekan bi soranî yên ji Suriyê ne. Roman li Almayayê hatiye weşandin.

Serlehengê romanê nave wî Şêxo ye. Serlehenga romanê jî nave wê Peyale ye. Peyal keçek pirrind, spehî û bedew e. Ew wek periyek, horiyek ji horî û periyên bihuşta nedîtî ye, wek xezaleke ji keriyê xwe veqetayî, wek kevokeke ji refê xwe reviyayî û qetiyayî ye.

Di serî de îslamiyên siyasî ên hov Serêkaniyê dagir dikin, Serêkaniyê ku di dîroka kurdan de ciheke girîng digre û ew der di dema dîrokî a qedîm de ji Mîtaniyên kurd re bûye paytext. Hêzên rihdirêj û destreş ku nave ”artêşa azad” li xwe danîne, ji dewleta dagirker a komara Tirkiyê alîkarî werdigre û êrişê Serêkaniyê dike û ew der dagir dike. Êrişa hêzên îslamîstên hov a li hemberê Serekaniyê di romanê de berfereh hatiye qal kirin. Binêr rûpel : 16.

Di esasê xwe de hemû hêzên Îslamî, ji ”Daîş/Îşîd”ê bigir heta ”Artêşa Azad”, ji ”Braderên Misilman” bigir heta ”El Nusra ” hemû jî li dijê gelê kurd in, hemû jî ji dewleta komara Tirkiyê alîkarî werdigrin. Ji xwe wan ne li dij artêşa rejima Baas, wan li dij gelê kurd şer kirin. Li Kobanî, Efrîn, Hesekî, Reqa û li Helebê di taxa/mehleya Şêx Mexsûd de, wan li dijê gelê kurd şer kirin, kurdan kuştin.

Di romanê de evîna pak a xortê kurd Şêxo û keça kurd Peyale heye. Ez ê cih bi cih behsa serpêhatiyên evîna wan bikim. Û herweha qala xwedî alên reş ên dev bixwîn bikim. Li parçeya herî biçûk a Kurdistanê ango li rojavayê Kurdistanê marên devbixwîn ketine hêlîna kevokan, segvanên xwînxwar ketine pey nêçîra kurdan û herroj kurd dikujin, herroj hejmara şehîdên pakrewan ên rojavayê Kurdistanê zêde dibe.

Weke tevahiya Kurdistanê, li rojavayê Kurdistanê jî digel piraniya Kurdan, ermenî, asurî/suryanî, tirkmen û areb jî hene. Herçiqas hejmarên wan pir hindik bin jî, kurdan tu car dijminahiya wan nekirine, li wan zilm û zordarî nekirine. Kurdan bi çavên biratiyê li wan nêriyane. Wek ol jî misilman, êzîdî, xirîstiyan,katolîk, ortodoks, alewî, nusayrî, fatîmî, behaî û hwd, hene. Kurdistan bihuşta gel, netewe û olan e. lê, çi heyf ku dagirkeran welatê kurdan kirine dojeh/cehenem.

Peyala evîndara Şêxo xeberê dide wî ku dê di nav hefteyê de ew ê ji Suriyê derkevin. Heger ew derkevin û herin, dê Şêxoyê reben î evîndar çi bike? Ew ê li pey evîna xwe here? Ew ê bide du rêça evîndara xwe û wê bişopîne.

Welatê kurdan, Kurdistan çar parçeye û kurd ji parçeyeke Kurdistanê bi qaçaxî derbasê parçeyekî Kurdistanê dibin. Neteweyek ku ji parçeyek diçe parçeyek din û liwir dibe penaber. Belê miletek/neteweyek  ku li ser parçeyek welatê xwe dibe penaber. Di dema berê de kurdên başur li bakurê Kurdistanê bûn penaber. Dema niha de kurdên rojava li bakur û başurê Kurdistanê bûn penaber. Miletek/neteweyek  ku welatî jê re bûye agir û afat, bûye cehenem û di bin lingên dagirkeran de dizare, dinale. Malbata Peyalê ji rojavayê Kurdistanê diçine başurê Kurdistanê û li wir dibin penaber. Ew di qampên yekîtiya neteweyên cîhanê de dimînin. Şêxo jî di kontrola rê de tê girtin, dikeve destê cepha/eniya ”El Nusra”, lê axir baş e ku bê ku serê wî ji gewdeyê wî jêbikin, ew berdidin.

Di romanê de, di derbarê evînê de gelek gotinên baş û xweş tê gotin. Tarîfa evînê pir xweş hatiye rave kirin. Şêxo evîndar e û ew zanê ku evîndara wî bi malbata xwe re çûye başurê Kurdistanê. Ew jî li pey evîna xwe diçe başurê Kurdistanê. Li başur Şêxo evîndara xwe dibîne û bi gotina vebêj ew xwe li hev dipêçin. Lihevûdu rapêçana wan û tiştên ku li başurê Kurdistanê dibe, tiştên ku Şêxo dibîne û tê serê wî û  evîndara wî ev jî bila wek meraq bimîne.

Romana Girya Seyro romaneke baş û hêjayê xwendinê ye. Romaneke naveroka wê civakî ye. Bi hest û rukekî kurdayetî, bi hizra neteweyî, bi dîtin û ramanên welatparêzî hatiye afirandin. Romaneke ji hîla hunera romanê ve jî, romaneke serketiye. Bi hêviya ku ew romannivîseriya xwe bidomîne û gelek romanên kurdî yên din biafrîne.

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir