Romana 'Payîz an jî Ziyab' a Suzan Samanciyê çap bû

.

Romana Suzan Samanciyê ya bi navê "Payîz an jî Ziyab” ji Weşanxaneya Avestayê derket.

Bi berhemên xwe yên di wêjeya Tirkî de cihekî taybet ê Suzan Samanciyê heye.

Suzan Samanciyê piştî sala 2015an dest bi nivîsandina zimanê xwe yê dayikê kir.

Samanci vê carê, bi romana xwe ya duyem a bi navê "Payîz an jî Ziyab”digihêje xwendevanên xwe.

Vê care mamosteyeke wêjeyê ku ji karê xwe hatiye avêtin, di hişmendiya xwe ya parçebûyî de dest bi rêwîtiyekê biefsûn dike. 

Di xewn û kabûsên wê, bîra wê ya bêbinî de tiştên ku difûrin rastîyê di xwe de dihewînin.

Têkilîya bav, dê û qîzê de sêqoziyeke ecêb heye.

Herwiha ev sêqozî bi pîvanên civakî û derûnî ebra xwe fireh dikin.

Ji bo ku xerabiya bavê xwe ji bîr bike xwe dispêre pirtûkan.

Netêrbûn, dilşikestin, tirs û weswese li ser guliyên darê xwe ditelînin.

Siya bavê wê her tim li hemberî wê ye û di dil û hişê wê de wekî sayîşeke zindî ye wê roja ku bavê wê ji Toroseke spî peya dibe.

Bavê wê ku wekî dûpişkekî di nava mêjiyê wê de vedide, derziya dûvê wî li ser milê wî ye û nobedariya wê dike.

Ji wan dîmenan qet nafilite, tê ber bavê xwe, “Li min binêre bavê xapînokê xwînxwar, ez bi qedera diya xwe re bijîm jî tu li ser qedera me hikûmdariyê bikî jî êdî ev dewran çû! Ez hatim ber bavê xwe sekinîm, min xwest ez dest bi qirikê, serê wî li diwêran bixim û bêjim: ‘Gidî kujerê kujer, heqê te kuştin e!’”

Hebûna wê dibe qurmên daran ku guliyên xwe wekî jineke dilovan ber bi asiman ve gêj dikin.

Ji porên diya wê behna Nebûlayê dihat û rondikên wê gava ku dihatin xwarê dû re li erdê vediguherîn incûyan.

Kurdistan Haberleri

AMED - Bijîşk 4 rojan grevê dikin
Li Diyarbekirê Tora Mafên Zarokan hat damezirandin
Serjimariya giştî ya gel di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike
Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê hêzên xwe zêde dike
Hawrê Tofîq: Serjimêrî dê bandorê li hejmara kursiyan bike