Romana Yusuf Kaynak WARÊ NÛ derket

Romana Yusuf Kaynak a bi navê ‘Warê Nû’ derket. Roman 305 rûpel e û ji aliyê Weşanên Sîtav ve hatiye çapkirin.

Romana Yusuf Kaynak a bi navê ‘Warê Nû’ derket. Roman 305 rûpel e û ji aliyê Weşanên Sîtav ve hatiye çapkirin.

Yusuf Kaynak ji bo romana xwe ya nû ‘Warê Nû’ wiha dibêje:

Naxwazim bi xwe xwe romanê xwe şîrove bikim, ew maf ê xwendewaraye ê rexnevana ye, ew divê bixwînin û binirxînin. Kesê nivisî nikare pesnê xwe bide û nikare xwe bi xwe rexnê xwe bike. Ew dibe qirfonek, hîngê ti nerxe romane ji raya gîştî re namîne ku balkêş û balê bikşîne. Ez niha tenê dikarim wiqas bibêjim ti kes bê armanc keda xwe nade berhemeke bêfêde û bêsûd. Min bi armanca kelecaneke û nefeseke nû bidim roman nivisîna bi Kurdî û pexşana zimanekî kêm tê bikaranîn yê hê di merhala destpêke de ye. Divê berê di serî de bibêjim ku ti ziman dirêjîya nekim, ew ne karê min e!, belê di Kurdî de meseleke weha heye: 'kes nabêje dewê min tirş e!', ez tenê dibêjim karê ku min kirî nivîsa dirêje wek: çîrok, serpêhatî, roman û cerîboke binivisîn bi zimanekî wekî Kurdî qedexe  ye pêwîste pê binivîsin, binirxînin, bi her cure nivîsaran û bi meteryala desteke bidine ku Kurdî bijî û piçeke dewlemend û gêş bibe. Ez ê li benda kesê ku 'Warê Nû' bixwînin û binirxînin bimînim, dû re pêwîst bû, ez ê fikrê xwe derbarê stîl/uslûb, têma, avahî, ziman û kategorî û karekter/lehengan de bersîv bidim. Warê Nû jîyana li cîhaneke nû li cîhaneke biyanî li welatê rojava ji bo qezenca nan û dabara xwe çarenûseke nû dike armanc, serkeftî bibe, nabe divê meriv berê pirtûkê bixwîne, hineke mereq bike!. Bo şîrove kirine jî pêwîste pirtûkê bixwînî, pirtûk jî li van navnîşanên jêr peyde dibe:    

                       

                                  

                                   Warê Nû, (305 rûpel, tebax 2020, Ankara-Van)

                                  

                                   Weşanên Sîtav/ Sitav Yayınları

                                   Şerefiye Mah. İrfan Baştuğ Cad. Uğur İş

                                   Merkezi No: 17/A İpekyolu/Van/Türkiye

                                   wesanensitav@hotmail.com; Tlf.: 05445592803

 

                                    Pirtukakurdi.com

                                   Kooperatifler Mah. Cahit Sıtkı Tarancı Sok.

                                   Kapitol Apt. No:22/A Yenişehir/Diyarbakır

                                   pirtukakurdi@gmail.com; Tlf: (412) 223 61 71

                                              

                                                          

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Kurdîstan Haberleri

Heyeta PWKyê Li Parîsê Seredana Nûneratîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Fransayê Kir
Heyeta PWKyê  Li Parlamentoya Hollandayê Li Gel VVD (Partîya Gel a Azadî û Demokrasîyê) Hevdîtinek Pêk Anî
ZAXO - Keçeke din a Kurd a Êzidî hat rizgarkirin
Hosteya dawî ya qir û qafikan: 45 sal in vî karî dike
Ji bo 2 pirtûkên Weşanên Aryenê biryara komkirinê hate dayîn