Rêxistina Rojnamevanên Bê Sînor (RSF) dîyar kir ku du roj berê, di 4’ê Cotmehê de 5 rojnamevanên din jî, ji alîyê hêzên ewlekarî yên Îranê ve hatine desteserkirin.
Rexistinê da zanîn ku hejmara rojnamevanên desteserkirî di dema 20 rojên xwepêşandanên berdewam de, giheştiye 28 kesan.
RSF bang li civaka navneteweyî kir ku nehêlin hikûmeta Îranê mafên azadiya ramanê u ragihandine binpê bike û givaştinan bike daku Îran rojnamevanên desteserkirî azad bike.
Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) do Çarşemê nasnameyên 35 rojnamevanên desteserkirî dîyar kir, yên ku ji destpêka xwepêşandanên piştî kuştina keça Kurd yên berdewam de , ji alîyê hêzên ewlekarî yên Îranê ve hatine girtin.
CPJ herwiha da zanin ku ev 35 rojnamevan hin ji desteserkirî ne u heta niha ti rojnamevan nehatiye berdan.
Komîteyê destnîşan kir ku peyamnêra rojnameya Şerq, Nîlûfer Hamid jî di nava rojnamevanên desteserkirî de ye, rojnamevana ku cara yêkê şêwaza kuştina Jîna Amînî ragihandibû.
Navenda Rojnamevanên Îranê jî do Çarşemê bi daxuyaniyekê daxwaz ji hikûmeta Komara Îslamî kir ku rojnamevanan serbest berde.