Rûdaw: Divê kesên li Şingalê êrişî tîma me kirin bên girtin û darizandin

.

Tora Medyayî ya Rûdawê êrişa ser peyamnêr û kamêramanê Rûdawê li Şingalê bi tundî şermezar dike û daxwaz ji Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarên Iraqê, Fermandarê Heşda Şeibî û Desteya Ragihandin û Gihandinê ya Iraqê dike, “demildest erkê xwe pêk bînin, bi girtin û dadgahîkirina êrişkaran li gor yasayê û silametiya karê tîmên me li vê navçeyê dabîn bikin.”

Roja Sêşemê 17ê Tebaxa 2021 li gundê Sikênî yê li sînorê Şingalê êrişî Tehsîn Qasim, peyamnêrê Rûdawê û Elî Hemas, kamêramanê Rûdawê hat kirin.

Tora Medyayî ya Rûdawê di daxuyaniyekî de ev êriş “şermezar” kir û daxwaza girtin û dadgehîkirina êrîşkaran kir. Tora Medyayî ya Rûdawê di daxuyaniya xwe de dibêje, “Tora Medyayî ya Rûdawê xwediyê rêpêdana karkirinê ye li tevahiya Iraqê li gor rêpêdana Desteya Ragihandin û Gihandinê ya Iraqê.”

Tîma Rûdawê bi armanca şopandin û rûmalkirina bombebarana Tirkiyê li devereke Şingalê bûn ku şervanên YBŞê êrişî tîmê kirin û peyamnêrê Rûdawê Tehsîn Qasim birîndar kirin.

Herwiha Navenda Metro ji bo parastina mafên rojnmaevanan derbarê êrişa ser tîma Rûdawê de daxuyaniyek weşand û têde ev êriş şermezar kir û ragihand, êrişa ser tîma kanala Rûdawê ji aliyê şervanên YBŞê ve li Şingalê, karekî tirsonekî ye û em şermezar dikin.

Navenda Metro dibêje: “Em daxwazê ji desthilatdariya li navçeyê dikin ku rêzê li karê tîmên ragihandinê bigirin û rê li ber karê wan negire û em hêvî dikin ku lêpirsînê derbarê vê êrişa tirsonek de bidin destpêkirin.”

Daxuyaniya Tora Medyayî ya Rûdawê wek xwe:

YBŞ li Şingalê êrişî tîma Rûdawê dike

Piştî êrişa esmanî ya Tirkiyê li ser nexweşxaneyekê li gundê Siknê li başûrê qezaya Şingalê, li parêzgeha Neynewa ya Iraqê, di demijmêr 15:30 roja Sêşemê 17ê Tebaxa 2021 de, Tora Medyayî ya Rûdawê bi mebesta rûmalkirina bûyerê tîmek şande nêzîkî cihê êrîşê.

Piştî derbasbûna 30 xûlekan, di demekê de ku peyamnêrê Rûdawê Tehsîn Qasim û kamêraman Elî Hemas, mijûlî rûmalkirina bûyerê bûn, du şervanên Yekîneyên Berxwedana Şingalê, bi fermana Dayê Şemê, Endama Encûmena Xweser a Demokratîk a Şingalê, bi mebesta kuştina wan, êrişî ser tîma Rûdawê kirin.

Dayê Şemê, ku ji hoza Qîraniyan e, li gorî gotina peyamnêrê Rûdawê Tehsîn Qasim, ferman daye du çekdarên YBŞê ku êrişî tîma Rûdawê bikin, herweha bi destên xwe kamêra û mayka Rûdawê şikandine û ferman daye otombîla Tehsîn Qasim bişkînin.

Herweha xwestine ku bi demançeyê peyamnêrê Rûdaw bikujin, lê çend kesan berevanî li tîma Rûdawê kirine û gotine, ku ew Êzdî ne, çawa hûnê wan bikujin, bi vî awayî wî xelkê peyamnêr û kamêramanê Rûdaw rizgar kirine.

Di êrişa alîgirên YBŞê de, bi keviran serî, ling û pişta Tehsîn Qasim bi dijwarî hatine birîndarkirin û xwîn jê tê. Tehsîn Qasim niha li Nexweşxaneya Giştî ya Şingalê tê dermankirin. Kamêramanê Rûdawê, Elî Hemas jî bi heman awayî ketiye ber êrişa bi keviran, û pişta wî bi sivikî birîndar bûye, û heta niha jî hinek alîgirên YBŞê gefan li peyamnêrê Rûdaw dikin.

Elî Hemas dibêje, ku endamên YBŞê dest danîne ser pereyên nav berîkên wan û nasname, û salaneya otombêla wî û Tehsîn Qasim û birine, hevdem dest bi ser Laptop û amûra weşana zindî û sê Hard Drive de girtine, ziyan gihandine otomobîla wî jî.

Bi gotina kamêramanê Tora Medyayî ya Rûdaw, piştî rizgarkirina wan ji destê çekdarên YBŞê, du çekdar li gel tîma Rûdawê bûne heta ku gihiştine Nexweşxaneya Giştî ya Şingalê.

YBŞe take hêza çekdar e li wê navçeyê, ku êrişî tîma Rûdaw hatiye kirin.

Tora Medyayî ya Rûdawê bi tundî vê êrişê şermezar dike, û wê wek êrişa li ser jiyana herdu hevkarên Rûdawê, Tehsîn Qasim û Elî Hemas dihesibîne, di heman demê de rêgirtin e li ber karê medyayî ye bi zora çekê.

Tora Medyayî ya Rûdawê xwedan rêpêdana karkirinê ye li hemû Iraqê, li gor rêpêdana Desteya Ragihandin û Gihandina Iraqê kar dike, herweha YBŞ jî beşeke ji hêzên Heşda Şeibî, ji ber wê yekê jî em daxwazê ji Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarên Iraqê û Fermandarê Heşda Şeibî û Desteya Ragihandin û Gihandinê ya Iraqê dikin, ku demildest erkê xwe pêk bînin, bi girtin û dadgehîkirina êrişkaran li gorî yasayê, û silametiya karê tîmên Rûdawê li wê navçeyê dabîn bikin.

Tora Medyayî ya Rûdawê

18ê Tebaxa 2021ê

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir