Rufatên 41 kurdên êzîdî ji Bexdayê derbasî Şingalê tên kirin

.

Rufatên 41 kurdên êzîdî yên ku ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatibûn komkujkirin, ji Bexdayê digehîjin Şingalê û li gundê Koço tên veşartin.

Têsta DNA ya rufatên 41 kurdên êzîdî yên ku havîna 2014 di êrişa terorîstên DAIŞê de hatibûn komkujkirin û di gorrên bi kom de hatibûn çalkirin, xilas bûye. Rufatên han dê îro ji Bexdayê derbasî Şingalê bên kirin û piştî ku bi merasimek fermî hatin pêşwazîkirin dê li gundê Koço bên veşartin.

Kesekî xelkê gundê Koço bi navê Elyas Salih Qasim, ku di komkujiya havîna 2014 ya gundê Koço de rizgar bibû, ji BasNewsê re got, rufatên wan qurbaniyan dê îro li gundê Koço bên veşartin.

Elyas Salih Qasim her wiha got, nifûsa gundê Koço beriya cînosaydê zêdetirî 1700 kes bû lê terorîstên DAIŞê di rojekê de zêdetirî 500 kes ku piranî xort û zilam bûn, komkuj kirin û xistin nav gorrên bi kom.

Wî mexdûrê cînosaydê anî ziman jî, heta niha mixabin xelkê gundê Koço nekarîne vegerin gundê xwe ji ber ku hikûmeta Iraqê tiştek bo wan nekiriye.

Wî kurdê êzîdî da xuyakirin, hikûmeta Iraqê her carê hinek rufatên qurbaniyan dişîne Şingalê û got, ev jî dibe sebeb ku birînên me nû bibin. Ji ber wê jî em daxwaz dikin tevahiya ruftan bi yekcarî bişînin.

Li gorî agahiyên wî, li gundê Koço 517 tirb hatine amadekirin. Niha 104 rufat tê de hatine veşartin. 41 rufat jî dê îro bên veşartin. Hîn 360 welatiyên xelkê Koço wenda ne.

Heta niha derdora 90 gorrên bi kom li devera Şingalê hatine dîtin ku derdora 25 ji wan hatine vekirin.

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir