Ruhanî: Em hêza xwe ji Sûriyê venakişînin

Serokê Îranê Hesen Ruhanî ragehand ku, ew hêza xwe ji Sûriyê venakişînin û got ku, destêwerdana wan di wî welatî de rewa ye.

Di kongreyeke rojnamevaniya hevbeş de li gel serokê Rûsyayê Vilademir Putîn di çarçoveya civînên lutkeya sêalî li Tehranê Serok Îranê Hesen Ruhanî ragehand ku, ew bi ti awayî leşkerên xwe ji Sûriyê navekişînin.

Derbarê hebûna hêzên Amerîkayê li Sûriyê Ruhanî da zanîn ku, hebûna Amerîka li ser axa Sûriyê ne yasayî ye.

Derbarê pirsa penaberan jî Serokê Îranê daxwaz ji hemû penaberên Sûriyê kir ku, vegerin welatê xwe.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin