ARGÛN*
Mahmûd Lewendî
Di RÛPELA NÛ de -ger Xwedê got erê-, bi rêya elektronên ku esmanê me wek tevnekê vedigirin, min dil heye bi navê ARGÛN ji xwe re quncikekê kirê bikim, bi xêra vê quncikê dem bi dem carna elektronên bîr û rayên xwe yên li ser gelek babetan bişînim nav wê tevna elektronî ya li asîmanan.
Di vê quncikê de ez ê elektronên rexneyî, pêkenînî, lêkolînî, folklorî, edebî û hê gelek cûreyên din bînim ba hev û bişînim nav wê tevna li asîmanan, êdî her kes û şîyan û karîna computera xwe; li gor "hêza bedewî" ya computera xwe hûn ê jî karibin bê-pere û belaş wan elektronên li jor belavbûyî bi awayekî berev bikin û bînin mala xwe di wê pencereya xwe ya biçûk a ku hûn hemû dunyayê tê de dibînin, lê temaşe bikin û bixwînin. Piştî ku hûn bixwînin, bê guman hûn ê carna hêrs bibin, carna bifikirin, carna bigirîn û carna jî bikenin. Elektronên hêrs û girîyan bişînin quncikeke din î dunyayê, yên din jî bi ser me de bibarînin, me qebûl e.
--------
*ARGÛN li navçeya Qerejdaxê (ku dikeve navbera Siwêreg û Diyarbekirê) di maneya "tifik"a erebî û "ocak"a tirkî de ye. Ger li derve, yan jî di bin konan de be navê wê dibe "kuçik", lê ger di hundurê xanîyî de be, wê demê jê re dibêjin ARGÛN.