RÛPELA NÛ
Ku tu bêjî were;
Ezê zîncîra zîndana dilê xwe bişkînim
Ku tu bêjî were;
Ezê dilê xwe bikin balinde
Bila bi dû şopa te keve
Bila bi dû eşqa te
Ku tu bêjî were;
Ezê rûpelên kevn
Hebo hebo ji qeydan xim...
( Sebahattin Yıldız)
BABLÎSOK
Îşev dilê min
Wek bablîsokek
Kul û keser
Xem û bêrî
Hezkirin
Hesûdî
"Evîn"
Û
Bê hêvîtî
Li hev digerin
Ber bi asokî
Bê serî û binî...
(Sebahattin Yıldız)