Piştî daxuyaniya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdoganî ku gotibû, piştî vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê, digel Rûsyayê têkiliyê deynin, daxuyaniyek ji Kremlînê hat.
Berdevkê Kremlînê Dimitri Peskovî got, bo niha, planeke Pûtînî nîne ku digel Erdoganî hevdîtinekê pêk bîne.
Erdoganî civîna fraksiyona partiya xwe de gotibû: "Îro sibê serdaneke bo Moskowê wê pêk were, em ê bi Serokê Rûsyayê Pûtînî re, bi rûbirû, hev bibînin."