Rûsya: Em amade ne leşkerên xwe li sînor bicih bikin

Rûsya amade ye ku hêzên xwe yên polîsên serbazî li navçeya ewlehîyê, ku bîryar e li ser sînorên Tirkiye û Sûrî bê damezrandin, bicih bike.

Di derbarê vê mijarê de Senatorê Civata Federasyonê ya Rûsyayê Îgor Morozov wiha got: “Enqere dixwaze li Sûrî bibe xwedî hin navçeyan, ku di bin kontrola wê de bin. Lê ev yek dijî ruhê proseya Astanê ye. Weke em dibînin, ji Tirkiyê re zehmet e ku hemû binbariyên xwe yên berê, yên li ser dabînkirina navçeya tampon cîbicî bike. Lewma jî em bi xwe amadene, polîsên xwe bişînin wan deveran ku li bakûr ji alîya serbazan ve dê bêne destnîşankirin. "

 

Ev daxuyaniya Wezîrê Derve yê Rûsyayê, di civata çavdêr û siyasetzanan de weke diyardeya nakokiyên kûr ên di navbeyna Moskow û Enqerê de tê şîrovekirin.

CÎHAN Haberleri

Lavrov: Rêkeftina Îdlibê bi temamî nehat bicihkirin
Kurd li ser guherîna navê Sûriyê rijd in
Awûsturyayê hêmaya 'gurê boz' qedexe kir
Zaxarova: Peymanên me bi Tirkiye re, heta hetayê berdewam nabin!
Trump: Xaka DAIŞê ji sedî 100 hat kontirol kirin