Rusya: Em dixwazin peywendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê û Îraqê re xurttir bikin

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarovayê ji ber wezîfeya wî ya nû Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piroz kir.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarovayê ji ber wezîfeya wî ya nû Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piroz kir.
Zaxarova di civînê rojnamevaniyê ya heftanê de axivî û ji ber hilbijartina Mesrûr Barzanî wekî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pîroz kir û got,

“Em dê bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kesên hilbijartî re bi awayekî dostane kar bikin.”
Zaxarova, “Em dixwazin dostaniya me ya bi hemû aliyan re berdewam bike. Em dixwazin peywendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê û Îraqê re xurttir bikin. Peywendiyên me dê di çarçoveya rêkeftin û rêzgirtinê dewam bikin. Peywendiyên me yên dîplomatîk, aborî û hwd. dewam dikin.”

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne