Rûsya ji SITAyê jî tê dûrxistin

.

Kompanyayên hewavaniyê yên Rûsyayê hişyariyê didin ku ji ber avêtina Rûsyayê ji sîstema SITAyê, di seferên navneteweyî de pirsgirêkên cidî derkevin.

Di meha îlonê de, balafirên Rûsî û biyanî yên ku di navbera Rûsya û welatên din de çûnûhatinê dikin, dê bi pirsgirêkên cîbicîkirina geştan re rûbirû bimînin.

Sedema vê yekê jî ew e ku meha îlonê Rûsya ji kanalên telekomunîkasyonê yên kompanyaya Swîsreyî Societe Internationale de Telecommunication Aeronautiqes (SITA) ku pêşkeşkarê xizmetaguzariya hewavaniya sivîl a cîhanî ye, bêpar bimîne.

Kanala SITAyê ango “SWIFTa hewavaniyê” di cîhana hewavaniya sivîl de amûra herî berbelav e.

SITA ji bo danûstandina agahdariyê ya di navbera hilgirên hewayî û balafirgehan de tê bikaranîn.

SITA li 200 welatan xwediyê zêdetirî 2 hezar û 500 mişteriyan e.

Ji xizmetên wê zêdetirî 1000 balafirgehên li çaraliyê cîhanê sûd werdigirin.

Eger pêwendiya Rûsyayê ya bi sîstema SITAyê re bê qutkirin, balafirên sîvîl ên Rûsî dê êdî nikaribin bi rêya deriyên SITAyê daneyên li ser firîn, rêwî û bagajan veguhezînin balafirgehên navneteweyî.

Herwiha, balafirên biyanî jî dê ji sîstemên balafirgehên Rûsyayê agahdar nebin.

SITA çi ye?

Societe Internationale de Telecommunication Aeronautiqes (SITA) 23ê Sibata 1949an ji aliyê 11 kompanyayên pêşeng ên Ewropî ku Air France jî di nav de ye wekî komeke telekomunîkasyonê ya hewavaniyê ya navneteweyî hate damezrandin.

Kanala telekomunîkasyonê SITA, zêdetirî nîv sedsal berê, bûye prototîpa înternetê ya hewavaniyê.

Girîngiya SITAyê, kanal û çareseriyên wê yên ji bo geştan, bi gelek awayan dişibe girîngiya sîstema Platforma Navbankî ya Navneteweyî ya ji bo veguhestina agahdarî û dayîna diravan (SWIFT).

Kurdistan Haberleri

Edebiyat û reşbînî
Ji bo Hevşaredara Dêrsimê biryara desteserkirinê hat dayîn
Ciwanekî Kurd ê Êzidî ji destê DAIŞê hat rizgarkirin
AK Partî: Di destûra nû de mafê zimanê dayikê û efûya giştî tune ye
'Hewlêr û Bexdayê li hev kirine, hinardeya petrolê di nêz de dest pê dike'