Navenda Nûçeyan- Wezareta Berevanîya Rûsyayê ragihand, li parêzgeha Idlib ya Sûrîyê derdora 40 serbazên Sûrîyê hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.
Şerê hêzên hikûmeta Sûrîyê û çekdarên opozîsyonê li Idlibê didome.
Li gorî ajansa Interfax ya Rûsî, Wezareta Berevanîya Rûsyayê ragihandîye, duhî di êrişeka çekdarên opozîsyonê de li parêzgeha Idlibê, herî kêm 40 serbazên rêjîma Sûrîyê hatin kuştin û 80 serbaz jî birîndar bûn.