Rûsya: Operayonên leşkerî dê li rojhilata Firatê jî werin kirin

Şanderê Serokê Rûsyê ji bo Sûriyê Alexander Lavrentiev ragihand, ewê operasyonên li dijî terorê li Sûriyê berfereh bikin ku rojhilatê çemê Firatê jî lixwe bigire.

Îro hevdîtinên Astana 11 bi beşdariya hersê welatên garantor û bi sepereştiya De Mistura destpê dike, Wezîrê Derve yê Kazaxizstanê dibêje, vê carê şandên hikûmet û opozisyonê jî beşdar dibin.

 

Ofîsa şandiyê navdewletî yê taybet bi pirsa Sûriyê, Staffan De Mistura ragihand ku îro şandiyê navdewletî diçe Kazaxistanê ji bo ku serpereştiya hevdîtinên Astana 11 bike, ku biryar e ev hevdîtin 2 rojan berdewam bikin.

 

Alexander Lavrentiev di gotina destpêkê a danûstandinên Astanayê de got, ew di vê gera Astanayê de mijara destûra Sûriyê, vegera penaberan û rewşa parêzgeha Idlibê gotûbêj bikin.

Li ser mijarên girêdayî bi terorê, Alexander Lavrentiev got: “Sûriye ber bi aramiyê ve diçe. Piştî serkeftina operasyona leşkerî li parêzgeha Siwêdayê, dê operasyona leşkerî bo navçeyên rojhilatê Firatê û ta sînorê Iraqê bên berferehkirin.”

Îro li Astana paytexta Kazixistanê bi beşdariya her sê welatên gerentîker ên Sûriyê Rûsya, Tirkiye û Îranê û şandên hikûmet û rêjîma gera 11emîn a danûstanên Astana bo krîza Sûriyê destpê kir.

Di vê gerê de nûnerên Netewên Yekgirtî û Urdinê jî beşdar in û Şanderê Navdewletî a taybet bo Sûriyê Staffan De Mistura serperiştiya şanda navdewletî dike.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin