Piştî şîrketên mezin yên rojavayî li hemberê Rûsyayê dorpêçan danî, Rûsya tedbîreka dinê danî û ji bo xwegihandina Facebookê tedbîr sitend û Facebookê asteng kir. Piştî tedbîrên li hemberê Rûsyayê, Rêxistina Kontrolê ya Civakî ya Teknolojiyê ya Rûsyayê (Roskomnadzor) ket nav tevgerê. Roskomnadzor ragihand ku qedexe daniye ser xwegihandina Facebookê û weha got:
“Di 4 ê adara 2022 an de, Federasyona Rûsya biryar da ku li ser axa federasyona Rûsyayê kes xwe negihîne tora medya civakî ya Facebookê.”
Hefteya borî Dengê Amerîka, BBC û Deutsche Welle malperên xwe yên dîjîtal ji bo ku Rûsya di derbarê îşxala Ûkrayna de agahiyên şaş dide, astengî danîbûn pêşiya Rûsyayê.