Konstantîn Kosaçev destnîşan kir ku ew daxuyanî xizmeta başkirina têkiliyên Moskow û Enqereyê nake û got:
"Têkilî pêwist e bi konjûktûra derve re girêdayî nebin û li ser esasê berjewendiyên neteweyî yên herdu welatan bin."
Çavûşoglû welatên Ewropayê bi `jibîrkirina Kirimê` tawanbar kiribû û careke din destnîşan kiribû ku Enqere bi Rûsyayê ve girêdayîna Kirimê nas nake.
Konstantîn Kosaçev li ser wê daxuyaniyê dîyar kir ku `Tirkiye ji ber du mijaran di bin guşara Rojava de ye: Pêwistiya li welêt pêkanîna reformên sîyasî û tevgerên li hember kurdan li Sûriyeyê. Em wisa dihesibînin ku daxuyaniya wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê ji ber wan guşaran manewraya ku bala Rojava bikşîne li ser Rûsyayê ye.