Rûsya û Çin biryara Neteweyên Yekgirtî liser Sûrîye veto kirin

Rûsya û Çîn biryar a derbaskirina alîkarîyan di rêya sînoran ji bo Sûrîyê veto kirin.

Navenda Nûçeyan- Civata Ewlekarîya Navdewletî biryarek ji bo derbaskirina alîkarîyên mirovî ji çend xalên sînorî, ji bo Sûrîyê amadekiribû û ew biryar rastî vetoya her yek ji Rûsya û Çînê hat.

Ji alîyê xwe ve, Nûnerê Çînê  piştî vê biryarê got, ku divê her gavek were avêtin di rêya Şamê re be û nabe serwerîya Sûrîyê bê binpêkirin û divê alîkarî ne di rêya sînoran de be.

Nûnera Amerîka  jî ragehand, ku ev veto dibe binemaya karesatek mezin, ji ber ku çar milyon kes li wî welatî bi hewceyî alîkarîyan in.

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e