Navenda Nûçeyan- Îro di demjimêrên nîvro de ji bo cara yekê şandeke polîsên leşkerî yên Rûsî li bajarê Kobanî li gel berpirsên Rêveberîya Xweser û kantona bajarê Kobanî civîyan û gotûbêj li ser rewşa sîyasî û leşkerî ya wê navçeyê kirin.
Di civînê de şanda polîsê leşkerî yê Rûsî ji 4 kesan pêk dihat, behsa hevahengîya rêveberîya bajarê Kobanî, artêşa Sûrîyê û her wiha hêzên Rûsî kirin.
Piştî ku destûr ji Himêmîm wergirt, di dawîyê de Genîral Kîm razî bû konfiranseke rojnamevanî li dar bixe.
Fermandarê serbazî û berpirsê beşê bakûrê rojhilatî Sûrîyê General Kîm got: “Hikûmeta Rûsî bi hemû şîyanên xwe hewl dide aştî û aramî li herêmê bicih bibe û metirsî li ser xelkê nemîne. Em li vir her tişt dişopînin û digihînin welatê xwe.”
Ev ne demeke dirêj e, Kobanî ji êrîşa DAIŞê, rizgar bûye û niha di bin gefa êrîşa Tirkîyê de ye.
Herçenda artêşa Sûrîyê li seranserî sînor bi dirêjehîya 80 kilometran belav bûye, Rêveberîya Xweser navenda bajêr birêve dibe.
Cîgirê Serokê Encûmena Cîbicîkar li Kobanîyê Mihemed Şahîn jî got: “Piştî rêketina me bi hikumeta sûrî û Rûsyayê re, hêzên wan li deverên sînorî hatin bicîkirin, lê Rêveberîya Xweser li navendê ma. Çimkî rêketin serbazî ye.”
Li Kobanî 150 serbazên rûsî û 35 pizîşkên taybet bi wan, li balafirxaneya sirîn ku 35km dikeve başûr rojhilatî Kobanî û navenda Îzaha ku 7 kilometreyan dikeve rojavayê wî bajarî dimînin.
Çavkanî: Nêrîna Azad