Li gor raporteke ajansa “RT” a Rûsî, Rûsyê bo şerê terorê, parastina yekperçeyîya Sûriyê û serweriya wê û dîtina çareseriyeke siyasî destêwerdan li Sûriyê kir.
Li ser asta leşkerî, wê ajansê diyar kir, dema Rûsya di 30î Îlona 2015an dest bi alîkariya artêşa Sûriyê kiriye, artêşa Sûriyê tenê kontrola ji sedî 8 ji xaka Sûriyê dikir, lê niha ji sedî 75 ji xakê di destê wê de ye.
Herwiha bi hevkariya Rûsyayê, grûpên terorist li piraniya deverên wî welatî nehîştine, tenê Idlibê maye, çarenivîsa wê jî li ser rêkeftina Serokê Rûsya û Serokê Tirkiyê ya di 17ê Îlonê de hatiye îmzekirin de dimîne.
Li ser asta siyasî û dplomasî, diyar kir, Rûsyayê karî mîkanîzmên lihevhatina niştimanî dane û gelek navçeyên Sûriyê ji şer parast, ku Moskoyê bi riya rêkeftinên herêmî, tundiya şer gelekî kêm kir.
Amaji bi wê jî kir, heger Rûsyayê destêwerdan nekiriba, dê Îran û Tirkiyê (rikberên sereke li Sûriyê) nekarîbana bigihîştina hevtêgihîştina Astanayê, ku rê li ber gelek rêkeftin û têgihîştinan xweş kir û di meha Çileya 2018an de Kongreya Diyaloga Niştimanî Sochiyê birê xist.
Li ser asta mirovî, wê anjansê da zanîn, Wezareta Bergîriyê ya Rûsyayê û bi riya navenda lihevhatinê ya li Sûriyê re, alîkariyên mirovî, tenduristî û xizmetguzarî pêkêşî xelkê kir. Herwiha kar li ser pûçkirina mîn û bombeyan kir û rê vekirin wek amadekirina ji çakirina jêrxaneya giştî re.