ŞAHÊ ECEMAN, SILTANÊ OSMANIYAN Û MÎRÊ KURDAN
Lokman Polat
Min romana romannivîserê tirkê îslamîst Îskender Pala ya bi navê Şah/Sultan xwend. Di romanê de bi berferehî behsa Şah Îsmaîl û Yavuz Sultan Selîm dike. Digel vana bi hevokek sê rêz qala Mîrê kurdan Îdrîsê Bedlîsî jî dike. Ez ê bi gelemperî behsa hinek tiştan ku di romanê de nerast hatine qal kirin bikim.
Romanên li ser dem û bûyerên dîrokê divê rastiyan ewqas berevaj nekin, ewqas derew li pey hev rêz nekin. Lêbelê tê zanîn ku dîroka tirkan, dîroka dema Osmaniyan heta dema komara kemalîst hertiştên wan li ser derewan hatiye qalkirin. Dîroka wan dîrokeke direwîn a fermî ye.
Nivîskarê romana ”Şah/Sultan” nivîskarekî kemalîstê olperest e. Senteza tirk/îslamê diparêze. Kesên weha îslamîst û tirkçî kemalîstên bi rû ne. Ew jî rûyên reş ên kemalîstan in, tirkperest in. Hertiştî dikine tirk. Li gor vî nivîskarê kemalîst ê olperest hemû kizilbaş tirkmen in. Şah Îsmaîl tirk e. Dewleta Safevî û ya Osmanî du dewletên tirk in. Şerê Çaldiranê di navbera tirkên sunî û yên kizilbaş de pêk hatiye. Ew Şah Îsmaîl jî weke şahekî tirk dide nasîn. Lêbelê rastî newek vî nivîskarê derewçîn û dîrokzanên tirk yên derewçîn e.
Şah Îsmaîl kurê bavekî kurd û dêyik tirkmen e. Lê ew şahê eceman/farisan e. Dewleta Savefî dewleteke şîayan e. Di vê dewleta şîayan de faris, azerî, kurd û belucî hemwelatiyê vê dewletê bûne. Şah Îsmaîl ji bo xwe qet negotiye ku ew tirk e. Ji xwe di romanê de jî tê gotin ku wî gotiye ”Ez ji xanedana Erdebîlê me.” Xanedana Erdebîlê jî xanedanek kurd e, bi esalet e. Bavê Şah Îsmaîl jî kurd e.
Diya Şah Îsmaîl keça Hesenê Dirêj ê mîre Akkoyunan e. Lê Şah Îsmaîl ji tirkan/tirkmenan jî û ji diya xwe jî hez nekiriye. Ji xwe li gor romanê Şah Îsmal diya xwe kuştiye û Siltan Selîm jî ji xwe bavê xwe kuştiye. Şah Îsmaîl tirk û kurdên sunî kuştiye û Siltan Selîm jî kurd û tirkên alewî/kizilbaş kuştiye. Nakokiya wê demê nakokiya di navbera alewî û suniyan de bûye. Nakokiyek olî ye, neteweyî nîn e.
Di dema dewleta Safeviyan de Kurdistan yek parçe bû û di bin desthilatdariya Dewleta Safeviyan de bûye. Ji xwe ji Baxdadê hetanî bajarê Erzîncanê herder di bin desthilatdariya Şah Îsmaîl de bûye. Di pirsgirêka nakokiyên di nav alewî û suniyan de ên ku herî pir zirar dîtine dîsa kurd bûne. Şah Îsmaîl kurdên sunî û Siltan Selîm jî kurdên alewî kuştine. Di şerê Çaldiranê de jî di nav artêşa herdu aliyan de kurd hebûne û wan hevudu kuştine. Tê gotin ku berê çend mîrên kurd çûne cem Şah Îsmaîl ku pê re hevkarî bikin, peyman çêkin, lê Şah Îsmaîl bi bêbextî ewan kuştiye. Mîrên kurd yên din û di serî de Mîr Îdrîsê Bedlîsî çûne bi Siltan Selîm re peymana Amasyayê çêkirine û bûne piştgirê siltanê Osmaniyan. Ji xwe Siltan Selîm bi xêra alîkariya şervanên mîrên kurdan di şer de bi ser ketiye û Şah Îsmaîl têk biriye. Pênç hezar şervanên suwarî yên girêdayê Mîr Îdrîsê Bedlîsî û bi dehhezaran leşkerên mîrên kurd yên din beşdarê şerê çaldiran bûne û digel artêşa Siltan Selîm bi leşkerên artêşa Şah Îsmaîl re şer kirine. Ji xwe eqilmendê Siltan Selîm Îdrîsê Bedlîsî bûye. Eqilmendê Fatîh Siltan Mehmed jî Molla Goranî û fermandarê leşkerên wî jî Zaxros Paşa bûye. Yê ku Siltan Mehmed kir faith û Stenbolê pê da fetih kirin jî ev herdu kurd bûne.
Ji bo Îdrîsê Bedlîsî di nav kurdan de du dîtin hene. Hinek dibêjin ew xaîn e û hinek jî dibêjin na xaîn nîn e. Êdî ew karê lêkolînvanan, dîrokzanan, dîroknasan e.
Îdrîsê Bedlîsî digel kurdî, arebî, farisî û tirkî zanibûye. Wî pirtûka xwe ya bi navê ”Heşt Behişt” bi farisî nivîsiye. Bi kurdî tu tiştek nenivîsiye. Îdrîsê Bedlîsî mîr û axayên kurdan aniye cem hev, wî di berhema xwe ya bi navê ”Selîmname” ya bi farisî de nivîsîbû ku wî kurdan teşwîq kiriye ku bi Kizilbaşan re şer bikin û bi şûr sond xwaribûn ku Anatolyayê ji Kizilbaşan paqij bikin. Di vê navberê de 40 hezar Kizilbaş (Elewî) hatin qetilkirin.
Îdrîs-î Bitlîsî wekî şêwirmendê Sefera Misrê ya Mezin a Siltan Selîm hat gazîkirin. Wî fethên ku ji xanên Mawerayê re bêne nivîsandin nivîsand. Piştî dagirkirina Misirê li herêmê ma û di avakirina rêveberiya Osmanî ya li Misrê de rol lîst. Ji xwe jiyana wî ji Osmaniyan re bi xizmetkariyê derbas bûye.
Di romanê de vebêj/nivîskar Îskender Pala dibêje : ”Hefsarên mîrên kurdan di destê Mîr Îdrîs de bû. Îdrîs kurdên li çiyayan anî deştê û kire kelehan/qeleyan. Îdrîsê Bedlîsî xizmetkarekî sadiq bû. Di nav kurdan de sadiqiya li pêşberê Siltan pêk dianî. Wî bi Siltan re peyman çêkiribû ku li ser axa kurdan xwîn neyê rêtin. Wî ji Siltan re ”Yavûz” Siltan digot. Rûpel 295. Yanî leqabê nasnavê ”Yavûz” jî Îdrîs pê ve kiribû û bûbû Yavûz Siltan Selîm. Vebêj dibêje; ”Ev leqab ji Siltan û leşkeran re cazîb hatibû.”
Dema min vê romana Îskerder Pala a bi navê ”Şah û Sultan” xwend û vê nivîsê nivîsî, rêzefîlma Fatîh Siltan Mehmed di televizyona dewleta komara kemalîst a tirkan TRT=1ê de dilîst. Min hinek lê temaşe kir, Fatîh Siltan Mehmed di şer de birîndar dibe, Zaxros Paşa wî xilas dike û dibe cem hekîmekî fileh wî tedawî dike, şûna birîna şûr rehet dike. Zaxros Paşa jî fermandarekî/generalekî artêşa Osmaniyan e û ew kurd e. Ji xwe paşê Stenbolê bi xêra wî fetih dikin. Gotinek bav û kalan; dibêjin kurd ji xwe re kor in, ji xelkê re doktor in. Tu miletek bi qasî kurdan ji îslamê re û ji miletên din re alîkarî û xizmet nekirine. Li ser navê îslamê û herweha ji miletên din re dewlet danemezrandine. Selhadînê Eyubî Îslamê ji tunebûnê xilas kir, rizgar kir û dewleteka îslamî damezrand. Damezrevanê Misira nûjen (Egiypten) Mihemed Aliyê Kavalayê kurd bû. Wî artêşa dewleta Osmanî têk bir û li Misirê dewleteke serbixwe damezrand. Haydar Alîyef kurd e, piştî têkçûna Sovyetê dewleta serbixwe a Azerbeycanê damezrand û bû serokê Azerbeycanê, niha jî kurê wî serok e. werhasil kurd ji xwe re ji bo xwe nebûne kurd.
Min hinek dirêj kir, ez vegerim mesela Şahê Aceman û Siltanê Osmaniyan û herweha Mîrê kurdan Îdrîsê Bedlîsî. Dewleta Osmanî împaratoriyek bi şêweya îslamî berdewama împaratoriya Romayê/Bîzansê ye. Hetanî padîşahiya Siltan Selîm berê artêşa Osmaniyan a fetihker li rojavaû balkanan bûye. Wan welatên balkanan fetih kirine. Di dema Siltan Selîm de berê xwe dane rojhilat û Kurdistanê û welatên areban dagir kirine û Siltan Selîm Xelîfetiyê ji areban sendiye û xwe kiriye xelîfeya ometa îslamê. Hinek dibêjin yê ku berê artêşa Osmaniyan daye rojhilat û ji Siltan Selîm re eqilmendî kiriye ku ew rojhilat fetih bike Îdrîsê Bedlîsî bûye.
Divê lêkolînvanên kurd derbarê Îdrîsê Bedlîsî de lêkolîn bikin û rastî çiye wê daynin holê. Divê dîroka kurd û Kurdistanê bi her awayî bê ronahî kirin.
Ez gotara xwe bi du malikên westayê edebiyata kurdî Ehmedê Xanîyê nemir û bi şîroveya nivîskar, lêkolînvan, zanayê hêja mamoste Mehmed Emîn Bozarslan dawî dikim.
” Her du terefan qebîlê Kurmanc
Bo tîrê qeza kirîne amanc.”
”Romê û Eceman ji herdu alîyan ve êlên Kurmanc
Ji tîrên xwe yên tunekirinê ra kirine amanc.”
”...hozan û bîrewerê nemir bi van herd du malikan, bi hostatî û hunermendîyeka mezin, daye zanîn ku daxwaza Romê û Eceman ne tenê zordestiya li gelê Kurd ê bindest bûye, lê di eynê demê da, daxwaza wan tunekirina neteweyê Kurd bûye û bi wê daxwazê, Kurd ji tîrên xwe yên tunekirinê ra kirine amanc; yanî ew ji tîrên xwe ra kirine amanc, da ku bi tîrên xwe wan tune bikin û dûwayî li hebûna wan bînin. Aha ev salixdan, di heqê salixdana daxwaz û amanca wan her du rejiman da…”ye. Binêr : M. Emîn Bozarslan – Di edebiyata kurdî û folklora kurdî de Huner. Rûpel : 20.