Saîd Gabarî wê li Almanyayê tedawî bibe

Bijîşk û malbata hunermend Saîd Gabarî mirina Saîd Gabarî red kirin û dane zanîn ku Saîd Gabarî tê tedawîkirin.

Navenda Nûçeyan - Êvara roja pênçemê 30.04.2020an hinek dezgehên ragihandinê belavkiribûn ku hunermend Saîd Gabarî koça dawî kirîye. Bijîşkê Saîd Gabarî Dr. Welat  Îbrahîm Akreyî ji Kurdistan24ê re axivî û da zanîn ew îddîyên mirine Saîd Gabarî nerast in û rewşa tendirustîya wî xirab e. Herwiha tedawîya wî jî berdewam dike.

Dr. Welat Îbrahîm Akreyî herwiha da zanîn li ser daxwaza malbata Saîd Gabarî û fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî Saîd Gabarî wê bi balafireke ambulansî bo Almanyayê were veguhestin. Herwiha Dr. Welat Îbrahîm AKreyî da zanîn bi çareserkirina kêşeyan sibehê wê hunermend Saîd Gabarî bo Almanyayê were şandin. 

Hunermend Saîd Gabarî ji ber nexweşîya pençeşêrê di bin tedawîya bijîşkî de ye li nexweşxaneyeke taybet a Hewlêrê.

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e