Salane nêzîkî hezar kes ji ber rûdanên trafîkê canê xwe ji dest didin

Berpirsê Ragihandina Peywendîyên Rêveberîya Hatûçûna Germîyanê Rayid Karzan Mecîd aşkere kir ku li Herêma Kurdistanê salane nêzîkî hezar kes ji ber rûdanên trafîkê canê xwe ji dest didin û bi hezaran kes jî birîndar didin.

Navenda Nûçeyan- Rayid Karzan Mecîd ji BasNewsê ra axivî û aşkere kir her sal ji ber rûdawên trafîkê li Herêma Kurdistanê bi hezaran kes canê xwe ji dest didin û bi hezaran kes jî birîndar dibin. Herwiha bi milyondolaran jî zîyana maddî pêk tê.

Herwiha Rayid Karzan Mecîd  da zanîn ku rûdanên hatûçûnê ji ber pabendnebûna şofêran bi yasayên hatûçûnê, xirabbûna rê û pirayan û hokarên din pêk tên.

Rayid Karzan Mecîd dibêje bo kêmkirina rûdawên hatûçûnê jî pêwîstî bi bername û planan heye û heta niha alîyên peywendîdar derbarê wê pirsê da gavên pêwîst neavêtine.

Îro bi armanca roja qurbanîyên rûdawên hatûçûnê li çend bajarên Herêma Kurdistanê çend çalakîyên cûr bi cûr hatin encam dan.

Çavkanî: Basnews

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne