Akademîsyenên ku “Danezana Em ê Nebin Şirîkên Vî Sûcî” îmze kirîn têne dadkirin. Duh (22ê Çiriya Paşiyê-Sermawez-Mijdar) li Edliyeya Stenbolê ya li Çalayanê çar akademisyen hatin dadkirin.
Li 26em Dadgeha Cezayê Giran (DCG), ji Zanîngeha Mîmar Sînanê Alk. Doç. Dr. M. T. T cara duyem,
Li 36em DCGyê jî, ji Zanîngeha Stenbolê Dr. Guven Gurkan Oztan û Prof. Dr. Gulhan Turkay û ji Zanîngeha Marmarayê jî Prof. Dr. Mehmet Riza Turkay cara çarem hatin dadkirin.
Cezayê girtinê li 3 akademisyenan hate birîn
Li 36em DCGyê heyeta dadgehê, bi tohmeta ku “propagandaya rêxistina terorê” kirine, sal û sê meh cezayê girtinê li sê akademisyenan birî. Dadgehê ceza li gorî Xala 7/2yê ya Qanûna Dijterorê (TMK) daye.
Dadgehê di biryara xwe de diyar kir ku ew ê aşkerekirina biryarê taloq bikin û Guven Gurkan Oztan û Mehmet Riza Turkayî ev biryar qebûl kirin. Lê Gulhan Turkayê got ku ew daxwaz nake aşkerekirina biryarê bê taloqkirin.
Li ser vê daxwazê dadgehê biryar girt ku Gulhan Turkay di bin kontrola adlî de bê girtin û ceza bi vî awayî taloq kir.