Salih Mislim derbarê rêketona di navbera Rûsya û Tirkiyê de li ser Idlibê got: Rûsya fişaran li Tirkiyê dike, daku li Idlibê çareyekî ji çekdarên tundrew re bibîne û bi gotina Mislim, ew çekdar ji aliyê Tirkiyê ve derbasî Sûryê bûne.
Mislim diyar kir, ku niha doseya Idlib di destê Rûsya û Tirkiyê de ye, lê ev yek wilo namîne û Birîtanya û Amerîka û Firensa, wê destwerdanê bikin.
Navhatî got jî: Hêza me ya serbazî diwemîn hêz e li Sûrya û ne tenê çiya dostên Kurdan in lê Kurdan tekez kirin ku karin pêwendiyên xwe li ser astên navxweyî û navdewletî berfireh bikin û dostan ji xwe re çêkin.