Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler û Serokê Rêxistina Îstixbarata Neteweyî (MÎT) Îbrahim Kalin li Şamê bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer re civiyan.
Şandeya payebilind a Tirkiyeyê bi awayekî fermî çû Şama paytexta Sûriyeyê.
AAyê ragihand ku şandeya Tirkiyeyê bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer re civiyaye.
Heta niha li ser naveroka hevdîtina şandeya Tirkiyeyê ti agahî nehatine belavkirin.
Lê hat destnîşankirin ku di civînê de pêwendiyên dualî û pêşhatên dawî yên li herêmê hatine nirxandin.