Şam | Karmendên Sûriyê derxistina ji kar protesto kirin

.

Karmendên saziyên dewletê yên Sûriyê li dijî biryara derxistina ji kar a rêveberiya nû ya Sûriyê nerazîbûn nîşan dan.

Hate ragihandin ku çend roj berê Wezareta Navxwe ya Girêdayî rêveberiya Heyet Tehrîr El-Şam biryar daye ku karmend û leşkerên Rejîma Beas ji kar dûr bikevin û ji nav saziyan derkevin.

Li ser vê biryarê karmendên dewletê li dijî biryara wezareta hundirîn xwepêşandan kirin.

Bi dehan polîs û leşkerên rejîma berê li qada El-Umewiyîn a li Şamê kom bûn û xwepêşandaneke protestoyî li dar xistin.

Karmendan biryara rêveberiya nû red kir û bang li wezaretê kir ku careke din li biryara xwe vegerin û rewşa wan li ber çavan derbas bikin.

Kurdistan Haberleri

Mamosteya Kurdî li Sineyê 5 sal ceza xwar: ‘Fêrkirina Kurdî sûc e?’
Artêşa Tirkiyeyê li hin herêmên Kurdistanê belavokan davêje
Rûsyayê agirbest bi Ukraynayê re ragihand
Amerîkayê hişyariya gerûgeşta li Sûriyeyê da
Navê stada Fenerbahçeyê dê bibe 'Kobanî'