Şam: Tirkiye û Amerîka serweta welatê me talan dikin

.

Hikûmeta Sûriyê, dewleta Tirkiye û Amerîkayê bi dagirkirina axa Sûriyê û talankirina serweta welat tohmetbar kir. 

Hikûmeta Sûriyê, dewleta Tirkiye û Amerîkayê bi dagirkirina axa Sûriyê û talankirina serweta welat tohmetbar kir.

Serokê Şanda Danûstankar a Sûriyê yê li Danûstandinên Qeyrana Sûriyê Eymen Sûsan li bajarê Nûrsultana paytexta Qazaxistanê ragihand; Tirkiye piştevanîkirina wan grûpên terorîst ên li Sûriyê didomîne û ev binpêkirina peymana Neteweyên Yekbûyî û têgihiştinên Astanayê ye.

Eymen Sûsan diyar kir ku dagirkariya Tirkiye û Amerîkayê ji bo beşek ji xaka welatê me sedema berdewambûna qeyrana Sûriyê ye û her du dagirker bi talankirina serweta Sûriyê ve mijûl in.

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir