Serokê Komeleya Zimanê Kurdî ya Rihayê Samî Tan têkildarî dersên Kurdî yên bijarde got, “Li Rihayê tenê li du dibistanan dersa Kurdî heye.”
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê serlêdana hilbijartina dersên bijarde yên ku di sala perwerdeyê ya 2024-2025an de li dibistanan bên dayîn 30ê Kanûna Paşînê dest pê kir.
Serlêdanên ji bo dersên Kurdî (Kurmancî û Kirmanckî/Zazakî) dê heta 12ê Sibatê berdewam bikin.
Serokê Komeleya Zimanê Kurdî ya Rihayê Samî Tan bû mêvanê bultena Rûdawê û têkildarî dersên bijarde û rewşa li Rihayê axivî.
“Ji bo vekirina dersa Kurdî hewldan çêbûn”
Samî Tan diyar kir ku li navenda Rihayê heta niha ders (Kurdî) nebûn û îsal li çend dibistanan hewldan çêbûne.
Serokê Komeleya Zimanê Kurdî ya Rihayê Samî Tan anî ziman:
“Îhtimal heye ku li 2 dibistanan vebe.
Dersa Kurdî li navçeyên wê hebûn. Li Sirûcê ders hebûn. Mamosteyek diçû çend dibistanan û ders dida.
Li Siwêregê jî ji bo Dimilkî ders hebû. Niha hewl tê dayîn ku li navenda Rihayê li çend dibistanan ders were dayîn.
Hişmendiya navenda Rihayê ji bo Kurdî hinekî qels e. Ne wekî navçeyên wê ye.
Li navçeyên wê yên wekî Sirûc û Siwêregê û gelekên din hişmendiya Kurdîniyê xurt e.
Li hinek taxên navenda Rihayê ew hewldan hebûn lê gelek malbat bi Kurdî diaxivin lê zarokên xwe bi Kurdî mezin nakin.”
“Divê dersa Kurdî ji pêşdibistanê dest pê bike”
Samî Tan proseya dersên bijarde rexne kir û got:
“Niha dersên bijarde ji bo pêşdibistanê û dibistana seretayî jî nîne. Ev tenê ji bo dibistana navîn e.
Li Tirkiyeyê sîstema perwerdeyê 4+4+4 e. Di 4a 2yemîn de ev ders dest pê dikin.
Ev cihê lêpirsînê ye. Li gorî zanista pedagojiyê divê zarok di pêşdibistanê de bi zimanê xwe yê dayîkê dest pê bike. Ji ber ku pêşketina zarokan a di warê ziman de heta 5 saliyê dikemile.
Li Tirkiyeyê tenê ji bo dibistana navîn ew derfet heye.
Em bixwazin nexwazin mijara ziman mijareke siyasî ye yan jî tê siyasîkirin. Li gorî hişmendiya serdest a Tirkiyeyê, dema te zimanek hebe te nasnamayeke neteweyî heye.
Eger te neteweyek hebe divê te dewletek hebe. Lewra bi doza ziman doza parçebûnê dike.”
Di dersa Kurdî ya bijarde de rola partiyên siyasî çi ye?
Tan bi bîr xist ku rola partiyên siyasî ya di mijarê de dema pêvajoya aştiyê dest pê kir û wiha pê de çû:
“Ji bo çareserkirina Pirsa Kurd di nava aliyên Kurd û aliyên dewleta Tirkiyeyê de hevdîtin hebûn.
Ji bo vê mijarê bixin xizmeta çareseriya Pirsa Kurd, di vê pêvajoyê de mixabin her du alî jî erênî nêzîkî mijarê nebûn.
Wê çaxê di navbera HDP û AK Partiyê de rikeberiya siyasî jî hebû. Niha hinekî din pozîtîf lê dinêrin lê mercên siyasî yên îro li gorî wê demê xirabtir in.
Ji ber ku AK Partî niha bi MHPyê re hevalbendiyê dike û ew jî li dijî vê yekê ye. Ji bo bicihneanîna vî mafî her tiştî dikin, astengiyan derdixin.
Ji bo ku zarok û malbat vî mafî hilnebijêrin, ji bo ders neyên vekirin carinan dibêjin mamoste nînin, carinan dibêjin li şûna vê divê hûn dersên Jiyana Pêxember an wekî din hilbijêrin.
Rewşeke bi vî awayî heye. Çend salên dawî, di nava civaka sivîl a Kurdan de hewldaneke berbiçav heye.
Xebatek heye û hişmendiyek heye. Bi taybetî jî li ser medyaya civakî. Ev jî cihê kêfxweşiyê ye.”
Rûdaw