Şampıyonîya Amedspor û têkılîya sîyaseta netewî birêxistin û çalakîyên girseyî re

.

H.İsmail Aslan

Tîma Spora AmedjiKoma/LîgaDuyemîna sporaTurkîye bû şampiyon û derbasê Koma Yekemîna spora Turkîye bû. Heke li vir jî şampiyon be, derbasê Koma/Lîga Super dibe. Di Koma Superê de jî serkevtî be,rêya Koma/Liga Şampiyonîya Awrûpê vedibe.

Di asta spora Turkîyê de Koma Yekem kû Amed Spor derbasê wî bû, ne pir girînge, (her çiqaş navê wî Koma/Lîga 1. Bibe jî di qatagorîya futbola Turkîyê de qatagorîya duyemîn e.), Yên qatagorîya yekemîn û girîng Koma/Lîga Supera Turkiyê ye û tîmên serkeftîyên vê komê dikarin beşdarê Koma Şampiyonîya Ewrupayê bibe.Yanî şampiyonîya AmedSporê diasta Turkîyêde merhaleke adî/asan e, ev di bajerekdinê Turkîye bibûya, tenê li vî bajarê dihat rojev û pîrozkirinê. Lê belê şampiyonbûna AmedSporê, berevajiya vê, dinav rayagiştîyaTurkîye û dinav Kurdên hemû dinyê da bandorek mezin derxistholê. Dinav Kurdan de jî li çar parçeyên Kurdistan û Dîyasporya Kurdan de bi çoş hat pîrozkirin. Bûyerên  balkêşçêbûn; ji serxwebûnxwazên Kurdistan heta ji alîyên mihalefetyêTurkên lîberal,Kemalîstên şovenîst jî hatin pîrozkirin… 

Ev bûyer nav çîna sîyesetvanên elîtîstên Kurdan de jî li qada medyaya civakî de hat gengeşîkirin û nêrînên erênî û neyînî derketin holê…

Jibo kû em vî bûyêrê li ser zemîna sîyaseta netewî gengeşîbikin, divê rewşa heyî were zelalkirin. TîmaAmed Spor dinav Koma/Lîga 2. A Turkîye ya qolonyalîst de cîhdigre. Hemû Koma/LîgaTurkîye, gor prensîpên Federasyona FotbolaTurkîye(FFT) tê meşandin. Gor prensîbên FFTyê; divê di stadyumê da li cem ala tîmên futbolê, ala Turk jî bê daleqandin û berê maça fotbolê, marşa dewlataTurk sirûdaserxwebûnê/marşa îstîklalê bênxwendin. Amed Spor jî di hemû  maçên xwe de van prensîban tîne çî. Ev prensîbên qolonyalîstan,di kongireyên partî û komel û waqif jî navde, rêxistinên çivaka fermî yan nefermî di hemû dezgeh û rêxistinên dewleta dagirker de tê bicîanîn. Bi kurtî Amed Spor dezgehek nefermîya li gor zagonên dewleta qolonyalîst hatîye avakirin û li gor wan zagonan  alakîyên xwe dike.

Li Turkîye ji xeynî Amed Spor, tu tîma sporê nebûye berkirdeya sîyasî; Amed ne navê Dîyarbekirê kevne, her çikas navê bajêrê kevn wekî Amîd, Amîda hebejî, bikaranîna navê Amed nû ye û ji  “A Med”ê (YênMed’an- Med=Kurd-yan Kurdan)hatîye afirandin. Ev nav ji alîyê sîyasetmedarên Kurd bizanatî hatîye bijartin û xistine rojevê, herweha di demeke kin de jî dinav gelde hatîye pejirandin. Her weha dinav Kurdan de û zêdetir jî dinav KurdênBakûr de Dîyarbekir/Amed wek navenda sîyaseta Kurd û paytexta Kurdan hatîye xeyalkirin û pejirandin.Tîma A MED/KURD SPOR her çikas ji alîyê sîyaseta kêmnetewî ve hatîye damezrandin jî; hem jiber êrişên şovenistênTurkan, hem jî xwedî derketina nirxa xwe ya netewa Kurd/Kurdîstan ve bû parçeyek nasnameya netewa Kurd. Êdî Amed Spor ne tîma spora bajer bû, ew bû tîma spora Kurdan. Herweha ew ne dezgeheke netewî/Kurdistanî bû, lê dezgehek etnîkîya Kurdan bû. Êdî ew ne Tîma Amed/Diyarbakirê bû, ew bû tîma “netewî”ya Kurdan; li çar parçeyên Kurdistanê û di diasporaya Kurdan de wusa hat xeyalkirin. Pejirandin û pênasekirin.

Jibo alîkerên Amed Spor; ji alîyê nijadperestênTurkan pîrozkirin, marşa dewleta Turk xwendin, ala dewleta qolonyalîst daliqandin, yek tîma di nav koma/lîga Turka bûyîn ne girîng bû.Ew tîma Kurdan bû. Her alîkarekî li gor xwe pênase kir, lê yên kû mîsoger bû,Tîma Kurdan bû.

BirastîAmed Spor çîye?

Gelo ew dezgeheke nefermîya qolonyalîstan e? Yan ew dezgeheke nefermîya nasnamaya etnîkîya Kurdan e? Yan jî dezgeheke nefermîya netewî/Kurdistanî ye?

Bersîva vî pirse, jibo girse û sîyasetê cûda ye û ligor dem û mudaxeleyan tên guhartin. Bêşik jibo girseyên alîkarê Amed Spor beşek enasnameya Kurdan e. Wusa hisdikin û wisa pênase dikin. Birastî jî, didîroka netewan de bûyerçi ye, dîrokawî/rastîya wî çi ye ne girînge, yên girîng çawa tê hiskirin, tê pejirandin û tê pênase kirin e.

Rola AmedSporê ji bo sîyasetvanan re çî ye?

Helbet jibo dagirkeran, his û enerjîya girseyan ji pirsgirêkên netewî dûrxistin e.

Jibo sîyaseta entegrasyonerên PKK, jibo berjewendîyên rexistina xwe bikaranîn e.

Lê ji bo sîyasetmendarên netewî/serxwebûnxwaz çî ye? Ji bo me ev pirs girîng e.

Divê ev bê gengeşî kirin. Mijar ne tenê Amed Spore, mijar divê li ser tekilîya çalakîyên girseyî û tevgera netewî û demokrata Kurdistanê çawa bê meşandin e? Ev gelek girînge, ji ber kû ev mijar ji van pirsa derdixe holê; Li Kurdistanê têkoşîna demokrasîyê çi ye? Dezgehên netewî çi ne û divê çawa bên avakirin?  Kirdeyê neteweya Kurd û Kurdistanê kî ye?

Jibo em van pirs û mijarê bi asanî gengeşî bikin, em karin têgeha “tevgera/hişmendîya “BI XWE Û XWE” (sopontane-Turkî kendiliğinden) ya teorîya marksîst bikarbînin. Her çiqaş dîrok ji alîyên felsefî û zagonên guhertinên civatan de teorîya marksîst pûç kirîye jî, di Sosyolojîya Marksîst de gelek tespîtên rast jî he ne.

Marx, hişmendîya bi xwe û xwe ya karkeran wek bi xwe biyanîbûn pênase dike û lê belê bi hişmendiya çînî karî ji bo xwe bibe çînek. Herweha tevgera bi xwe û xwe jî tevgerek bê encam dibîne. Lenîn teorîya xwe ya partîyê li ser vî damezrandîye. (Bi kûrtî li vir kanim bibêjim kû, modela partîya lenînîst, modelekî girînge kû şoreş bike. Lê bi têgihîştina materyalîst jî, dîktatorîya serokatîya partîyê jî misoger dike.) Li gor Lenîn, faaliyeta partî; di nav girseyên kedkaran da çalakî û hişmendîya bi xwe û xwe re, berdewamî hişmendîya çînê bibe, her mijar, her bûyer berdawamî bi hişmendiya çînê ve ji girseyan re têdaxuyankirin û pêşkêşkirin.

Li welatên qolonyalên wek Kurdistan de, hişmendî/çalakî û dazgehên bi xwe û xwe ne li gor welatên serwer in.  Her çikas di netewa qolonî(netewabindest) de hişmendî û çalakîyên bi xwe û xwe hebin jî dezgehênhemû netewa qolonî yan hatîne rûxandin yan ji xwe xistîye rengek nû û veşartî ye. Lê li Kurdistanê ev mijar hîn daha hêrî rûxan e. Sîyaseta qolonyalîzma deryayî û sîyaseta qolonyalîzma dewleta çîran çûda ye; Di qolonîya dewleta cîran de sîyaseta qolonyalîst, hemû dezgehên welatên kolonî rûxandin, pişaftin û pêxistinîye (entegrasyon e).

NetewaKurd/Kurdistan li dijî êrîşa qolonyalîstan bi xwe û xwe çanda xwe, zimanê xwe, tekîlîyên xwe yên civakî û nasnameyê  xwe diparêze. Her weha dijî qolonyalîzmê di nav hêrs, nefret û kînê de ye. Lê ev parastinên nirxên xwe yên bi xwe û xwe, netewe ava nake, divê bi hişmendîya siyaseta  netewebûnê bê neneqşandin, xwedî dezgeh kirin û çalakkirin. Ev ast hewceyê sîyaseta netewî ye.

Tevgera Demokrat û Netewîya Kurd/Kurdistanê pêwîste kû ev dezgeh û nirxên netewî ji nûve  bihone û pênasebik e. Ev him dezgehên netewî honandine hem jî di Kurdîstanê da dayîna têkoşîna demokrasî ye. Li Kurdistanê têkoşîna demokrasî, ne demokrat kirina dewleta qolonyalîst e, beravajê wê avakirina rêxistinên demokrat û girseyîyên Kurdistanye û wan bi hişmendîya netewî xemilandin e. Mînak rêxistinên karkerên(sendîka)Kurdistan, rêxistinên xortên Kurdistan, rêxistinên karsazên  Kurdistan, rêxistinên jinên Kurdistan, Heyvasora Kurdistan, zankoyên Kurdistan…..û herweha. Cûdabûna sîyaseta netewî û kêmnetewî di vî qonaxê de ye. Sîyaseta netewî/serxwebûnxwaz; Avakirina dezgehên netewaKurd/Kurdistan û bi avakirina serxwebûnê netewebûna Kurd/Kurdistanê dike armanç. Lê sîyaseta kêmnetewî, bi  bernama otonomî (serbixwetî) û federasyonê, dixwaze dewleta qolonyalîst ji nû ve ava bike. Yanî têkoşîna ji beşekê netewa serwer bûyinê ye. Bi Kûrtî NE SERXWEBÛNXWAZ BÎ, nîyeta te çi dibe bila bibe DIJÎ NETEWABÛNA KURD/KURDÎSTANÊYÎ. Ji ber kû sîstema dinê sîstema netewe dewlete û têkoşîna netewî ne tenê têkoşîna dijberê kolonyalîstan e, herweha ew avakirina netewa Kurd/Kurdistanê ye. Yanî netewa Kurd bi xwezayî (bi xwe û xwe)nîne, îrade û bîryara netewebûna netewaKurd/Kurdistanê ye.

Li vir pirsek derdikeve holê, başe di dezgehên qolonyalîstan de yan jî dezgehên pêbende yên qolonyalîstan de xebata demokrasî pêkane/mümkün e? Heke pêkan be/mimkûn be cawa?

Li Kurdistanê hemû dezgehên fermî û ne fermî yên legal pêbendê qolonyalîstan û zagonên wî ne. Mînak; tu partîyek legal û bernameya wî ya serxwebûnxwaz jî avabikî, tu mecbûrî di kongra xwe de ala qolonyalîstan bidî deliqandin. Sendîka jî wisa ye, waqif jî û komeljî wisa ye. Livir 2 tiştgirînge; 1) Van prosedoran siviyatî û asan dikî 2)armanç û bernameya xwe bingeh digrî û ev prosedoran liber çav nagrî. Mînak, perwerdeya qolonyalîst teşhîr dikî, lê ber girtina pişaftinê/ asîmilasyonê, bijartina dersê Kurdî teşwîq dikî. Mînak,di zanîngehan de bikaranîna beşa zimanê Kurdî, Zanîngeha Artuklû û Hakkarî de welatparêzên Kurd berpirsiyarî girtin û gelek berhemên ziman û edebîyata Kurdan derxistin holê, lê li Muş û Bîngolê alîkarên dewletê bûn rêvebir û di berhemên xwe de gotin Zaza ne Kurdin.

Amed Spor jî di pêbendê dewleta kolonyalîste de dezgehek nefermî ye. Lê tîmên sporê di xwezayê xwe de 2 beşin; Yek tîma sporê û yek jî ALİGIRIN in. Jiber ruh û çoşên alîgirên netewî geşbibe, jiboTevgera Demokrat û NetewîyaKurd/Kurdistanê serketina tîmasporê girînge, lê yên ZEMİNA BİNGEHİN ALİGIR IN. Her çiqas tîma AmedSpor pabendê devleta qolonyalîst be jî, alîgir serbixwe ye. Alîgir, ji tîma sporê çoş digre, lê hîss û pênase ew bi xwe çê dike; Biserketinên tîmê, ew serkeftina aîdê xwe, hebûna xwe, armanca xwe dibîne. ÎRO AMED SPORê AÎDBÛNA KURDÎTÎ DERXİSTÎYE HOLÊ. Divê Tevgera Demokrat û Netewîya Kurd/Kurdistanê vî kurdîtîyê bigehîne merhela  AÎDBÛNA NETEWA KURD/KURDISTANê.

Em werin pirsa kirdeyê şoreşa Kurdistanê kî ne? Gor sîyaseta netewî, şoreşa Kurdistan berhemê têkoşînaNetewaKurd/kurdistanê be, partî û rexistin şoreşnakin, netewe şoreşê dike. Partî û rêxistin di honandin netewa, hişmendî kirin û çalakkirinê de rolên xwe dilîzin, jibo rizgarîya netewaKurd/Kurdistan, partîyek pêkhatî ji qadroyên kirde, biarmanç û rêbazê ve giredayî, serxwebûnxwaz û şoreşker pêwîst e. Lê ev partî divê hemû çalakîyên girseyan, bi sîyaseta netewî bineqşîn e.

Divê bi vî perspektîfê çalakîya girseyîyên bi xwe û xwe ya alîgerên AmadSporê bêne nirxand in. Di Kurdistanî kirin alîgerên AmedSporê de,yek û yek siyasetvanên serbixwe jî karin rolê xwe bilîzin. Di medya cîvakîda, li stadyûmê û pîrozkirinan de şembolên netewî,dûrişmên netewî,rihên netewî nav girseyan pêşkêşkirin ne zore. Bêşik di pêvajoyê de wê li dijî Amed Spor gelek êrîşên şovenîstênTurk bêne kirin, gelek neheqîyên sporê bibîne; alîgerên wî YÊN DIN bûna xwe hîss bike, dê rik û hêrs û nefreta wî zêde be. Divê ev rik, hêrs û nefret ji sîstema kolonyalîst re bête araste kirin. Her neheqî, her bûyer bibe teşhîra kolonyalîzmê…. Di hîss û hişmendîya alîgiran de Amed Spor wek “TÎMA NETEWÎ/MÎLLΔ bête neqişandin.

   Ew Mijar ewê cawa biqewî me? Edî pêvajoyê da liber alîgerên AmedSporê 2 rê hen e;

1-Nasnameya Kurdîtî ji alîyê kolonyalîst û sîyasetên entegrasyonîst ve bête vemirandin û bibe wek Trabzon Spor;tîma Trabzon û etnîkîya nostaljîk  “ TîmaLaz’an-TîmaBehraReş”

2-Nasnameya Kûrdîtî biguhere ser nasnameya Kurdistanî û bibe wek Qatalana Barcelona, Baska Athletîc Bîlbao û bibe sengerek Tekoşîna Rizgarîya Netewa Kurd/Kurdistanê. Bi mîlyonan alîgirên AmedSporê bikevine kîjan qadê, ewê bixabatên kirdeyên sîyasî dîyar bibe.

   Dinya dinav şerê giştîyê 3. da ye û ev şer îro bi giranî li ser erdnîgarîya Kurdistanê de dimeşe. Mijar şertên xilasbûn û rûxandin, jenosîd, koçberkirin bihevra derxistîye holê:

   Xelasbûn,di her qadê da serwerkirina sîyaseta serxwebûnêye.

   Tinebûn, li Kurdistanê serwerîya sîyaseta entegrasyonalîst û kêmnetewî ye. Çêkên herî girîng yên kolonyalîstan, ne dezgehên kolonyalîstin, çekên herî girîng di nav netewa Kurd/Kurdistanê da serwerîya  sîyaseta entegrasyonlîst-kêmnetewî ye. Yanî çekên herî giranên kolonyalîstan;  parêzvanê Komara Demokratîk PKK, parêzvanê Iraqa Federal YNK û wd, parezvanên Sûrye ya demokratîk PYD û wek vana ne.

Divê bi vî nêrînê piştgirîyê bidin AmedSporê.

Bi mîlyonan alîgirên wî bi hîşmendîya netewî bête binexşînin.

   Bi hêvîya, bi mîlyona alîgerên Amed Sporê bi qîrin û bibêjin TU HER BIJÎ TÎMA NETEWA KURD/KURDISTANê AMED SPOR!!!                                                                                                                                                                  

H.İsmail Aslan

Amed, 06.05.224

 

 

 

Kurdistan Haberleri

Serok Mesûd Barzanî: Em piştgiriyê didin hemû hewlên ji bo aştiyê
MEXMÛR - Tîma Rûdawê hat desteserkirin
Li Pêşangeha Pirtûkan a Rihayê pirtûkên Kurdî balê dikişînin: ‘Kurdî dihele!’
Di ser kuştina Ugur Kaymaz re 20 sal derbas bûn
SERDEŞT - 700 pirtûkên Kurdî li xwendekaran hatin belavkirin