Sanatorên DYAyê Tirkiyê bi givaşan tehdîd kirin

.

Sanatorê DYAyê yê partiya Komariyan Lindsey Graham û senatorê partiya Demokrat Chris Van Hollen, Tirkiyê bi danîna givaşan ya ser Tirkiyê tehdîd kirin. Esas, sanator Lindsey Graham ji zûdeye ku Tirkiyê bi givaşan tehdîd dike lê sanatorê Partiya Demokrat Chris Van Hollen jî bi Graham re bûn yek dev.

Her dû sanator dibêjin eger Tirkiye li Sûriyê agirbesê qebûl neke, wê daxwaza givaşan ya ser Tirkiyê bibin sanatoya DYAyê ji ber Tirkiye êrîşên xwe yên li Sûriye dewam dike û destekê dide Artêş Netewî ya Sûriyê (SMO)yê.

Sanator radigînin ku li Sûriyê bi HSDê rehevkarên stratejîkin û li hemberê DEAŞê destekê didin HSDê û DYA qebûl nake ku kes êrîşê bibe ser HSDê.

Li gor ajansa CNNê; li ser mijarê fermandarê HSDê Mazlum Ebdi di rêya telefonê de bi sanator Graham re li ser rewşê axifiye û tehdîda DYAyê ya ji bo Tirkiyê piştî telefona Mazlum Abdi hatiye kirin.

Kurdistan Haberleri

Mamosteya Kurdî li Sineyê 5 sal ceza xwar: ‘Fêrkirina Kurdî sûc e?’
Artêşa Tirkiyeyê li hin herêmên Kurdistanê belavokan davêje
Rûsyayê agirbest bi Ukraynayê re ragihand
Amerîkayê hişyariya gerûgeşta li Sûriyeyê da
Navê stada Fenerbahçeyê dê bibe 'Kobanî'